CîhanRojev

Hukumeta Kurdistanê nerazîbûna xwe gihand Îranê

Berpirsê pêwendiyên derve yê hukumeta Kurdistanê Sefin Dizeyî,bangî konsulusê giştî yê Îranê li Hewlêr kir û fermangeha pêwendiyên derve de nerazîbûna hukumeta Kurdistanê gihand hukumeta Îranê.

Spayên pasdarên Îranê şeva burî 12 fûze avêtin Hewlêr û hinek hemwelatî birîndar bûn û zererek madî çêbû.

Herweha Wezareta Derve ya Iraqê, Balyozê Îranê yê li Bexdayê Îrec Mescidî bangî wezaretê kiribû, ji bo nerazîbûna Iraqê li hember êrîşa mûşekî ya li ser armancên sivîl ên Hewlêrê were nîşandan.

Back to top button