PolîtîkRojev

Nêçîrvan Barzanî: Serdana Kazimî ji bo Kurdistanê nîşandana piştgiriyeke bihêzê

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo Herêma Kurdistanê de ragihand ku serdana wî nîşandana piştgiriyeke bihêzê ebo Kurdistan.

Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Mistefa Kazimî îro Dûşemê 14ê Adara 2022yan  ligel şanda pê re serdana Herêma Kurdistanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro piştî nîvro pêşwazî li Mistefa Kazmî û şande li gel kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê li herdu aliya ligel berpirsên siyasî û emnî yên Iraqê, êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê ji aliyê Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamiya Îranê ve gotûbêj kirin.

Her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku ev êrîş pêşhateke cidî û binpêkirina serwerî û asayîşa Iraqê ye û dibe sedema metirsiyê li ser asayîş û aramiya tevahiya Iraqê.

Serokwezîrê Iraqê dubare kir ku ew ji ber wê êrişê dilgiran in û got ku ew îro hatine Hewlêrê da ku piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin. Her wiha hêvî kir ku her pirsgirêkek bi hev têgihiştinê were çareserkirin.

Derbarê hinceta wê teqînê de, bi îdiaya ku bingeheke Îsraîlê hatiye vekirin, Serok Nêçîrvan Barzanî red kir ku ti bingeheke Îsraîlê li Herêma Kurdistanê hebe û dengê wê yê rewa hebe.

Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya Kazmî kir ji bo piştevanî û hevxemiyê serdana xwe bo Herêma Kurdistanê kiriye.

Barzanî dûbare kir ku Herêma Kurdistanê hertim pêgeha aramiyê bûye û dê bibe faktora aramiyê û pêbend e bi bihêzkirina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel cîranên xwe.

Herdu alî li hev kirin ku bi hev re kar bikin ji bo ku encamên lêkolîna hevbeş a Komîteya Hevbeş a Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji raya giştî re were eşkerekirin û hemû alî bên agahdarkirin. Nêçîrvan Barzanî: Serdana Kazimî nîşandana piştgiriyeke bihêzê bo Kurdistan.

.

Back to top button