PolîtîkRojev

Kazimî li Hewlêr e

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Qasekî beriya niha serokê hikûmeta Iraqê Mistefa Kazimî gihîşt firokexaneya Hewlêrê û ji aliyê serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Wezîrê navxwe Osman Ganimî, wezîrê berevaniyê Cuma Înad û şêwirmendê encumena niştimanî Qasim Eirecî jî bi Kazimî re hatine Hewlêrê.

Kazimî û şanda pê re dê bi berpirsên pilebilind yên Kurdistanê re hevdîtin bikin.

Yek ji mijarên hevdîtinan, êrişa mûşekî û terorîstî ya pêr bi şev ya pasdarên Îranê li dijî Hewlêrê ye.

Back to top button