CivakRojev

Bereya Aştî û Azadiyê êrîşa li ser Hewlêr şermezar kir

 Bereya Aştî û Azadiyê êrîşa duhî ya li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir û ragihand, “Ev êrîş, peyameke siyasî ye ji bo têkbirina rewşa pêkvejiyana aştiyane, ewlehî û aramiya herêma herî ewle ya li Iraqê ye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Careke din bajarê Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê rastî êrişeke terorîstî hat û Konsulxaneya Amerîka, baregeha kenala Kurdistan24ê û hin navçeyên sivîlan jî kirin armanc.”

Bereya Aştî û Azadiyê got: “Ev êrîşa dehemîn e di nav du salan de, lê ya balkêş ew e ku ji cihekî naskirî yê derveyî sînorên Iraqê hatiye ku Pasdarên Îranê ew êrîş bi behaneyên derewîn pêk aniye.”

Tekez kir jî, “Ev êrîş binpêkirina eşkere ya serweriya hemû Iraqê ye, di heman demê de jî, ew peyameke siyasî ye ji bo têkbirina rewşa pêkvejiyana aştiyane, ewlehî û aramiya herêma herî ewle ya li Iraqê ye.”

Herwiha destnîşan kir jî, ev êrîş armanc dike ku hewlên aliyên siyasî yên Îraq ji bo dîtina rêçareyekê bo proseya siyasî, bên têkdan ku roleke mezin a serkirdayetiya Herêma Kurdistanê tê de heye.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, “Em li Bereya Aştî û Azadiyê ne di demekê de ku em bi tundî vê êrîşa terorîstî ya tirsonek şermezar dikin, Em bang li civaka navdewletî dikin ku van kiryarên terorîstî yên li dijî Herêma Kurdistanê û gelê wê rawestîne û li kêlek hewlên parastina ewlehî û aramiya Herêmê raweste.

Bereya Aştî û Azadiyê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Em tekez dikin ku ev kiryara vîna gelê Kurdistanê û serkirdayetiya wê ji bo çûna ber bi pêkanîna armanc û siyasetên xwe yên niştimanî li ser asta Iraqê neşikîne.”

Bereya Aştî û Azadiyê çarçoveyeke siyasî ji bo çareseriya krîza Sûriyê û berevaniya li mafên demokratîk ên pêkhateyên Sûriyê di Tebaxa 2020an de li bajarê Qamişlo hatiye damezrandin û ji sê hêzên Sûrî yên weke ENKS, Rêxistina Aşûrî û Erebên Sune pêk tê.

Back to top button