Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û wezîrê derve yê Amerikayê Antony Blinken pêwendiyek telefonî pêkanîn.
Di pêwendiyê de, Wezîrê Derve yê Amerîka êrîşa teroristî ya li ser Hewlêrê şermezar kir. Her du alî hevnêrîn bûn li ser wê yekê ku ev êrîşa teroristî, binpêkirineke aşkere ya serweriya Iraqê ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser pêwîstiya rûbirûbûna wê dengo û bangeşeya nerast kir ku di van salên dawiyê de tên belavkirin û her demekê dibin bihane ji bo êrîşkirina li ser Hewlêrê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya Wezîrê Derve yê Amerîka kir bo şermezarkirina êrîşa teroristî û daxwaz jî kir Amerîka piştevaniya zêdetir li Herêma Kurdistanê bike.