CîhanRojev

Amerika ji bo berevaniya sistema fûzeyan alîkariya Kurdistanê dike

Şêwirmendê Asayişa Nîştimanî ya Amerîka Jack Sullivan ragihand, ew dê alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin ku sîstema berevaniya fûzeyan bidest bixe.

Şêwirmendê Asayişa Nîştimanî ya Amerîka, êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir û daxûyakirin ku, Washington li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo destxistina sistema berevaniya fûzeyan di pêwendiyan de ye.

Sullivan ji medyaya Amerikayî re da xûyakirin ku, ew li gel hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistan dişêwirin ku berevaniya fûzeyî bi dest bixin daku bajarên xwe biparêzin.

Sullivan da xûyakirin ku, ew amade ne jî her karekê bikin ku axa xwe û hevpeymanên xwe biparêzin.

Back to top button