Fernadar û şêwirmendên welatên hevpeyman, weke Amerîka, Birîtanya, Holenda, Elmanya, Fransa, Hungariya, Fînlenda û Slovakiya bi serperştiya General Nick Ducich serdana mezarên nemiran kirin.
Heyeta mêvan serdana mezar û monumenta Barzaniyan kir, piştre serdana mûzexaneya enfalkiriyên Barzaniyan û şikefta dêrîn a Şaneder û çend seyrangehên devera Rewandizê kir. Herweha serokê şanda hevpeyman General Nick Ducich li ser mezara nemiran axavtinek kir û behsa rolê Barzaniyê nemir di xebata destxitina mafên rewa yên miletê Kurd de kir û şandê rêz û pêzanîn ji bo serkirdatiya Barzanî û xebat û bedelên gelê Kurd dan xûyakirin.
Di dema serdana mûzexaneya enfalkiriyên Barzaniyan kir, berpirsê mûzexanê Amed Demirhan agahdariyên berfireh da anda mêvan.
.