Nivîsar

Nefta Kurdistanî pirsek nîştimanî û siyasî

Piştî azadiya Iraqê Hikumeta Herêma Kurdistanê girîngiyeka mezin bi avakirina bingeha aboriya Kurdistanê daye bi taybetî di kabîneya (5-6-7) ya Hikumeta Herêma Kurdistan geşbûye û avadanî pêve diyare û ji projeyên herî girîng û niştîmanî ew jî pirsa nefta Kurdistanê ye.

Ku îro zêdetirê ji dehan kêlgehên neftê hatîne dîtin û dehan kompanyayên mezin di Kurdistanê da kar dikin û hemî hewldana dikin roj bi rojê kêlgehên mezin û mezintir di axa pîroza Kurdistanê da bibînin heta ku hemî welatên cîhanî çavê xwe bidin Kurdistanê û girîngiyê bi aboriya Kurdistanê bidin ji ber yedekê herî mezin yê Kurdistanê ji neft û xaz diyare bûye.

Kurdistan yek ji deh welatên cîhanî ye ewên zengîn bi neft û xaz û sutemeniyên din lewma îro Iraq û rejîma Iraqê ya taze reftar û danûstandinên wan di gel milletê Kurd li Başurê Kurdistanê gelek cawaz nîne ji rejîma Be’esa ji navçuyî ku di heta çerxekî da Kurdistan xerab û wêran dikir û serçavên avê û kanî û rubar hişk dikirin da jiyan li Kurdistanê nemîne û rê bi milletê Kurd ne dihat dayîn bîrekê avê bu ava vexwarinê bi helkulin îro jî Iraq û rejîma taze heman mebest û meremên siyasî hene.

Ku nehêlin Kurd azad bibin di frotina ser û samanê xwe da û herdem em milkeçî wan bîn salane daxwaz bikin ka mîzanî û ka muçên kar be dest û fermanberêt Kurdistanê û îro li def hikumeta Iraqê serpêçiye em ser û samanêt xwe yêt niştîmanî bifiroşîn û bibîn xudan aboriyekê serbixwe û bi pêşelkarî dizanin dijî serweriya Iraqê ew Iraqa salane hezarehan pêşelkarî û serpêçiya dijî hikumeta herêmê û milletê Kurd dikin lewra îro berhemî hêzên siyasî û rêkxirawêt civakê medenî piştgîriyeka mezin li kak Nêçîrvan Barzanî û Hikumeta Herêma Kurdistanê bikin û eger bigehît xwe qurbanî kirinê jî pêtiviye em amadebîn bi xwîna xwe bergiriyê ji firotin û çuna nefta Kurdistanê da bikîn.

Çunku çuna nefta herêmê bi boriya bu welatê Tirkiye û benderê Ceyhan yê cîhanî girîngiya wê ji ragihandina dewleta Kurdî kêmtir nîne û bi dîtina min nuke mezintire jî û eve danîna kevirê bingehê ye bu dewleta Kurdî û pêdiviye şad û bextewer bîn û milkeçî ji bo Hikumeta Iraqê nekîn.

Mihemed Mirad

Back to top button