Hukumet polisan ji cemaetê pakij dike

Li Tirkiye piştî bûyera 17.12.2013ê, şerê di navbera Cemaeta Gulen û Ak Partiyê de geş bû. Cemaet di nava dezgehên dewletê de bi awayek nehînî rêxistinek bi bandor avakiribû. Lê Erdogan û Ak Partiyê guh nedida vê yekê. Ji berku li gel hev hevkarbûn.
Lê Cemaetê xwest hukumeta Erdogan û Ak partiyê jî bi temamî bêxe di bin bandore xwe de. Erdogan li himber vê yekê sekinî. Cemaetê jî wek balkêşekî bûyera 17.12.2013ê çêkir. Ev bûyer wek operasyonek li dijê Ak Partiyê bû. Nihajî Erdogan dixwaze bersiva Cemaetê bide.
Hukumet hêdî hêdî endamên cemaetê ji nav dezgehên emnî û dadwerîyê pakij dike.Hukumet hewldide şirket û kesên karmendên girêdayê cemaetê ji aliyê aborî ve aloz bike. Wek din şerek medyayî dijwar di nav herdu aliyan de destpêkiriye. Gelek kes rojnemevan, nivîskar û rewşenbîr li Tirkiye helwesta xwe didin kifşkirin.
Niha jî Hukumet giraniya mezin daye polis û hêzên asayîşê. Gelek zilamên Cemaetê ji kar dûr têxên yan jî cihên wan diguherînin. Di vê çerçovê de di serî de li Diyarbekir û gelek cihên din yên Kurdistanê guhertin di nava polisan de têne kirin.
Heta hilbijartinên di dawiya meha Adarê dê rewşa herdu aliyan jî di vî şerê piralî de zelaltir bibe. Cemaet dixwaze li himber Ak Partiyê hevkariyê CHPê û MHPê re bike.
Wek din hinek parlementerên ku cemaetê ve girêdayî û ji Ak Partiyê îstifa kirîn, niha hevdîtinan partiya BBP(Partiya Yekitiya Mezin)re dikin. Wek tê zanîn ev partî jî di demê xwe de ji MHPê veqetiyabû. Partiyek nijadperesta Tirk e.