Peyvên ku ji peyvan çêdibin

Di Zimanê Kurdî de gelek peyv hene ku ji du û zêdetir peyvanên cuda çêbûne û niha weke nav têne bikaranîn. Hin carên din jî, min behsa vê meselê kiriye û di gotarên xwe de nivîsiye, di hin semîneran de jî gotiye.
Ev peyvên wisa gelek caran şaş têne nivîsandin. Ew şaşî di arşîvan de dimînin û dê bibin sedem ku bi miyonan ciwanên me di pêşerojê de wan şaşiyan weke ku rast bin bi kar bînin û di meqale û gotarên xwe de binivîsin.
Hin ji wan bêjeyên ku ji du û zêdetir bêjeyan afirîne û bûne wek nav, hawayê nivîsandina wan ev e li jêrê:
– KURDISTAN: Ev peyva nav ji ya “Kurd” û “Stan”ê hatiye çêkirin û bûye nav ji bo welatê Kurdan.
– MÊRXAS: Ev peyva rengdêr ji peyva “mêr” û “xas”ê hatiye çêkirin û bûye nave lehengtiyê.
– NANDAYÎ: Ev peyva rengdêr ji peyva “nan” û lêkera “da”yînê hatiye çêkirin û bûye navê camêrtiyê.
– XWENAS: Ev peyva rengdêr ji peyva “xwe” û “nas”ê hatiye çêkirin û bûye nav ji bo rûmetmendiyê.
– MALMEZIN: Ev peyva rengdêr ji peyva “mal” û “mezin”atiyê hatiye çêkirin û bûye nav ji bo maqûltî û xuyantiyê.
– ŞORBENÎSK: Ev peyv ji peyva “şorbe” û “nîsk”ê hatiye çêkirin û bûye nav ji bo xwarinekê.
– ROJBAŞ: Ev peyv ji peyva “roj” û “baş”tiyê hatiye çêkirin û bûye navekî rengdêr ji bo rojeke xweş û baş…
– SERSAL: Ev peyva nav, ji peyva “ser” û “sal”ê hatiye çêkirin û bûye nav ji bo serê sala nû.
– BEJZIRAV: Ev peyva rengdêr ji peyva “bejn” û “zirav”ê hatiye çêkirin û bûye navekî rengdêr ji bo kesên ku bejna wan zirav e. Lê zêdetir di stranên evînî û helbestan de ji bo evîndaran hatiye/tê gotin.
Ev peyvên wisa bi vî rengî dema ku têne nivîsandin, zayenda xwe jî ji peyvên ku ji wan çêbûne cudatir werdigirin.
Wek mînak: SERSAL. Zayenda bêjeya “ser”ê nêr e, lê ya “sal”ê mê ye. Dema ku ev herdu dibin nav ji bo serê sala nû ango “sersal” zayenda xwe jî mê destnîşan kiriye.
NANDAYÎ: Zayenda bêjeya “nan”î nêr e, lê ya lêkera “da”yînê mê ye. Dema ku ev herdu dibin “nandayî” zayenda xwe jî mê destnîşan kiriye.
Di Zimanê Kurdî de bi hezaran peyvên wisa hene. Lê mixabin gelek caran ev peyv bi şaşî têne nivîsandin. Hin ji wan peyvên ku şaş li
Facebookê hatine nivîsandin, ev in li jêrê:
Yekî weha nivîsiye:
– ”SER SAL A WE HEMÛYAN PÎROZ BE.”
Di vê hevokê de du şaşî hene. Yek, peyva ”ser” û ya ”sal”ê ye ku ji hev cuda hatine nivîsandin. Şaşiya din jî daçeka milkane ku ”A” ye, ji peyvê cuda hatiye nivîsandin.
Yekî din jî weha nivîsiye:
– ”Bejn zirava min tú dîsa hat bîra min”
Di vê hevokê de sê şaşî hene. Yek, peyva ”bejn” û ya ”zirav”ê ji hev cuda hatine nivîsandin, şaşiya din jî lêkera ”hat”ê bê daçeka milkane hatiye nivîsandin. Şaşiya herî mezin jî ev e ku pronavê ”tu” bi kumika alfabeya frensî hatiye nivîsandin.
Yekî dîtirkê jî weha nivîsiye:
– ”Roj baş zaroké Kurdistané”
Di vê hevokê de sê şaşî hene. Yek, ev e ku peyva ”roj” û ya ”baş”ê ji hev cuda hatine nivîsandin, şaşiya din jî daçeka milkane ya bêjeya ”zarok”ê, li gor ” é”ya frensî hatiye nivîsandin û ”n”ya ku forma piranetiyê dide xuyakirin jî nehatiye nivîsandin. Eger ev ”n” nehatibe jibîrkirin, şaşiyeke mezin e. Şaşiya çaran jî paşpirtika zayenda ”Kurdistanê” jî weke ya frensî hatiye nivîsandin.
Bi hêviya rastnivîsandina Zimanê Kurdî, her şad û bextewer bin…
Stockholm 26/ 01/ 2014
Zeynelabidin Zinar