Mirovên Mezin
Agirbest hat îlankirin.
Hûn dizanin ev yek dihête çi wateyê?
Nexwe zarok dê nemirin.
Ma ji vê girîngtir, ji vê xweşiktir tiştekî heye gelo?
Di ser de jî, belkî ev agirbest jibo aşîtiyeke rast û hermayî deriyan vebike.
Ev civak bi Kurd û Tirkan ve bigîhîje aramiyê.
Ev îhtîmal li ber me disekine.
Ez dizanim, ku paşerojeke me ya pir bi hêş heye, hêşên ku belkî efûkirina wan nemimûn e hat kişandin, belkî efûkirin jî nemimkûn e, lê li gel vê yekê jî, divê jibo “pêşerojê” şansekî bihête dayîn.
Ev yek dihête vê wateyê; di navbera pêşeroj û paşeroj de hilbijardinekê dihête pêşkêşkirin.
Em dê kîjanî hilbijêrînin?
Jiyaneke di paşeroj de şidiyayî û mayî de bi hers, hêş, daxwezên heyîfhildanê em dê bişewitin, bikûjin, bimrin û wisa bijîn?
Yan em dê jibo afirandina jiyaneke nû û dilşad ku tê de gêncên me hevûdu nakûjin û hemi pirsgirêkên me bi axiftinan ve dihêtin çarserkirin û her wisa em wekhev, azad û dilşad dijîn? Belê, em dê kîjanê hilbijêrînin?
Ez layengirê pêşerojê me…
Û ez dizanim, ku mirov dive jibo pêşerojeke wisa ronî tekoşînê bide.
Kesên ku dixwezin vî welatî û van zarokan rizgar bikin hene, lê di heman demê de kesên ku jibo hesabên xwe dixwezin welat û zarokan fêda bikin jî hene…
Mînakeke biçûk jî dikare destnîhana me bike ku dive em vê tekoşînê bidin:
Agirbest çi wext hat îlankirin?
Piştî ku parêzerên Ocelan çûn Îmraliyê.
Ew parêzer berê niha jî dikaribûn biçûna û agirbest berê niha jî dikaribû bihata îlankirin.
Lê hinekan kostera (kêşteya biçûk) ku biçe Îmraliyê xirav kir, rêwîtî jî hate îptalkirin.
Eger ew poster berê çar pênc rojan çûba Îmraliyê, belkî sê zarokên din jî wê niha jiyayî bûna.
Çûna kosterê berê rojekê, belkî jiyana sê zarokên me îro rizgar kir.
Mîna ku me bihîst, jibo ku ew koster biçe girdavê, Serokwezîr ketiye dewrê.
We nizanim, lê ez, jiber ku wî ev çûna girdavê pêkanî, minetdarê wî me.
Apo jî bi wan parêzerên ku bi kosterê we çûbûn re axifî û îlankirina agirbestê pêk anî.
Jibo vê yekê jî minetdarê Apoyî me.
Heta îro çi qewimî qewimiye, lê her çi kes eger ji vê rojê û pêve jiyana bes zarokek jî rizgar bike, ez minetdarê wan dibim. Jibo min çi tiştekî girîntir nîne ji aşîtiyeke rasteqîn û bi heq ya ku Kurd û Tirk pêkve jê qayîl bin.
Ez dizanim ku jiber van gotinên min hin kes wê ji min biqehirin, lê qehirîn û hêrs di vê astê de bi kêrê çi tiştî dihêt?
Hem ev yek ne hêrseke egoist e, hûn dikarin jiber vê hêrsa xwe zarokên xwe bişînin mirinê, ma ev yek li gor exlaq û wêjdanê ye?
Rizgarkirina jiyana zarokan wek derfet ketiye destê we, ma hûn dikarin bes jiber hêrsa xwe vê derfetê xerc bikin, ma ev yek neheqiyeke mezin nîne?
Hêrs her dem mirin anî.
Me nekarî bi hêrsê ve çi kesek bidin jiyandin?
Me bi hêrsê ve bes mirov kuştin, hêş dan kişandin û me bi xwe jî hêş kişandin…
Ma ne ew wext e ku em şansekî bidine xwe, welatê xwe, mirovê xwe?
Hîna şer wê çi qas berdewam be, hîna çi qas mirov wê bihête ksuhtin, ev şerî ku tê de çi serkeftinekê tuneye, wê heta çi wextê berdewam be?
Divê em rawestin.
Divê em rawestin, bifikirin û ji nû ve dest pê bikin.
Divê em hêz û biryara afirandina pêşerojê destnîşan bikin.
Divê em ne mîna mirovên biçûk yên ku di nav hêrs û kerban de wenda bûne bibin, divê em hemî mîna kesên serok û rêberan bibin, heftê mîlyon serok, heftê mîlyon Kanûnî, heftê mîlyon Îskender, heftê mîlyon Eyûbî bin, ku ew ji her eniyên berfireh li jiyanê dinihêrin û derdikevin serjora hers û kerban û li çarenûsa jiyana mirovan hikûm dikin.
Ma em nikarin bibin, qe nebe jibo demeke kin jî bibe, ma em nikarin mîna „serokek mezin” bifikirin û em nikarin wisa bêjin; „ez jî yek ji wan kesan bûm ku ew pêşerojê destnîşan kirin.”
Em bi jestên biçûk dikarin dest bi heftê mîlyon „serokbûnê” bikin, eger ev bîst û çar demjimêrên dawî de çi sîleh neteqiyabe, qet zarokek nehatibe kuştin, di vê yekê de dewreke girîng ya Ocalan heye; ma em nikarin mafên ku jibo girtiyên din wek maf in, jibo wî jî nas bikin û derfetê bidin ku e w jî di hûcreya xwe de telewîzyonê temaşe bike, sibehan jî ji xwe re rojnameyan bixwîne?
Li gel jesta agirbestê, ma em nikarin jestên wisa biçûcik bikin, gelo Tirk mirovên wisa ne?
Mel i hember hevûdu hêrs û cesaretên xwe diyar kirin, hinek jî xweşnêrî û mezintiya xwe rayê hevûdu bikin, ma çênabe?
Ma em nikarin bes jibo xatirê zarokên xwe be jî vê yekê bikin?
Bêjin lo belê, em dikarin bikin, bêjin lo û em bi vî aweyî zarokên xwe rizgar bikin lo, wan bidin jiyandin lo…
Hinek jî em vê hefsarên çarenûsiyê bigrin destê xwe û ewê berev dilşadiyê û bextiyariyê bihajon…
Ahmet Altan
[email protected]
Jêder: Taraf
Werger: KNN/Zagros Baran