Civak

Serok Barzanî teqîna terorîstiya Bexdayê şermezar kir

Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê di peyamekê da bi dijwarî teqîna terorîstiya Bexdayê şermezar kir ku eve jî naveroka wê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Em bi dijwarî teqîna bi xwîniya îro 17.08.2010 li Bexdayê şermezar û mehkum dikim, ku terorîstekî li bingeha xwebexşîn ya li nava Bexdayê xwe teqand û bi vê sedemê jî hejmarek hemwelatî şehîd û birîndar bûn. Ev tawana hov û nemirovane ji me hemûyan dixwaze ku aramî û asayişê bînin holê, lezê li pêkanîna hikûmetekî hevkariya rasteqîne bikîn ku yek ji erkên karkirinê be ji bo binbirkirina terorîstan û pêkanîna îraqeke federalî demokratîk di çarçêweya destûra bingehîn da.

Carekî din vê tawanê şermezar dikim û bi navê xwe û gelê Kurdistanê ve pirse û serxweşiyê li kesukarên şehîdan dikim û hêviya başbûneke lezgînî jî ji bo birîndaran dixwazim û dûpat dikîn ku ev kiryar bi tu awayekî bi bandora xwe li ser dirêjepêdana proseya siyasî û binyadnana bingehên demokratiyet li welat da û li ser xweragirî û hesta bilinda îraqiyên nîştimanperwer nakin.

Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
17.08.2010
Back to top button