Polîtîk

Kemal: Qetlîama Dersimê meşruye

Ji berî çend rojekî di proganda refarandumê de, serokwezîrê Tirkiye Erdogan di axavtinek ya xwe de cardin behsa bûyera Dersimê kirî bû. Di vê derbarê de beşek ya axaftina xwe de Erdogan gotibû:  “ Niha serokê partiya muxalefetê yê CHP-ê ji kûye? Dersimiye.Hun dizanin ku di derbarê Dersimê de min çi gotin gotine. Kî Dersim bombebaran kir? Kî bombe li gundin Dersimê barandin? Bombe li Dersimê bi fermana serokkomarê wê demê Ismet Inonî hatin barandin.

Inonî serokê CHP-ê bû.Yanî CHP-ê Dersim bombebaran kir. Tê gotin ku 50 hezar insan hatin qetilkirin. Eve derbasbûya we. Hun werin ji berî her tiştekî xwe ji vê kiryarê pakij bikin.“

Serokê CHP-ê yê Dersimî Kemal Kiliçdaroglu bersiva Erdogan dabû . Kiliçdaroglu gotibû ku, dema ew bûyer bûyîn hêj ez xwedê nedabûm. Li ser vê yekê nivîskarê rojnama Sttar Ahmet Kekeç nivîsek nivîsî, Kekeç di nivîsa xwe dide kifşkirin ku wî ji Kiliçdaroglu pirsiye. Ev pirsa Dersimê tu çewe dinirxînî? Raya giştî hêviya bersivekî ya we ye di vê derbarê de. Kemal Kiliçdaroglu  ji rojnemavan re dibêje: “ Bûyera Dersimê pêvajoya şoreşekî de çêbûye(behsa şoreşe! Ataturk dike) ji ber vê di pêvajoyq şoreşêkî meşru  de bûyerên bi vî awayî normal e.

Rojnemevan Ahmet Kekeç li ser vê bersiva Kiliçdaroglu, di nivîsa xwe dinivîse. Madem kî dema bûyera Dersimê çêbûyî tu ne li dinyayê bû ezê xira xwe ji tere hinek tiştan bêjim.

Kemal Beg, qet xwe hire vire nede. Bûyera Dersimê di nav gunehên CHP-ê de ye. Ji bo tefandina hereketa Dersimê Ismet Paşa bi xwe ferman daye.
Kemal Bey li Dersimê isyan ji xwe de derneket. Bi navê “ tefandina Isyanê“ çend kes hatin kuştin?Çima çîya hatin bombebaran kirin? Çima şkeft hatin şewitandin? Surguna Dersimê ji bo te çi mana wê heye? Gelo Dersim ji bo çi bû Tunceli.

Here ji mirovên xwe yên ku paşnavên wan Karabulut e bipirse, ji mezinê xwe bipirse , wê ji tere behsa Dersimê bikin.
Mirov ji Dersimê be û nizanibe çi bûye kesek bawer nake. Lê tiştek rastiya ku bûyera Dersimê karê CHP-ê ye naguhere.

Nûçe:RojevaKurd

Back to top button