Trajediya jinê berdewame
Trajediya jinên kurd li Kurdistanê berdewam e. Li Başûrê Kurdistanê li himber parastina jinan desthilata Kurdistanê gelek gav avêtine. Lê rewşa civatê û rastiya civatê neguherê dê ev trajediya jina berdewambe. Herçikas pêşketina li Kurdistanê heyî rewşa jiyana civakî rojane diguherê,lê cardin gelek jê re divê.
Îsal li bajarê Silêmaniyê ji destpêka salê heta niha yanî di 7 mehan de, 218 jin ji bo sedemên cuda û aweyîn cuda jiyana xwe ji dest dane. Piraniya wan bi guman xwe şewitandine. Ev hêjmar li gora daxûyaniyên desthilatdarên tenduristî li Silêmaniyê ne. Lê ihtimala hinek bûyer qet nehatibin qeyd kirin jî heye û ev yek hêjmara kuştina jinan zêdetir dike.
Hinek ji van jinan bi yekser çekan tên kuştin, hinek di avan de dixeniqin, hinek dişewitin. Piştî dijê şîdeta li ser jinê hukumeta Kurdistanê hinek qanûn derxistin , piraniya wan bi guman jiyana xwe ji dest didin.