Polîtîk

Amerîka li Hewlêr konsolxaneya xwe vedike

Bi merema xurtkirina çalakiyên dîlomasî yên xwe piştî vekêşana hêzan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) biryar daye ku konsolxaneya xwe li Hewlêrê veke.

Cîgirê Alîkarê Wezîra Derve ya DYA’yê Michael Corin diyar kir ku welatê wî dixweze 2 konsolxaneyên welatê xwe li Iraqê yek ji wan li bajarê Hewlêrê û ya din li bajarê Besrayê veke.

Michael Corin wiha pê de çû, “Ev 2 konsolxane dibin bingehên dîplomasî yên giring û fermî û dê bi riya wan 2 konsolxaneya bernameyên xwe bicih bînin”.

Her wiha Corin daxuyand ku DYA’yê biryar daye 2 bûroyên balyozxaneya xwe ku bo heyma 3 bo 5 salan vekirî dimînin, veke, yekê li bajarê Kerkûkê ku ji hêla kurd û erebên vê parêzgehê daxwaz hatiye kirin û ya din jî li bajarê Mûsilê ku hêşta rewşa ewlehiyê cihgir nebûye.

Michael Corin destnîşan kir ku Kerkûk û Mûsil beşek in li deverên cihê nakokiyan, hevdem cihê akincîbûna pêkhatên wekî Xîrîstiyanî û Îzîdiyan e û diyar kir ku ew dixwezin hewlên xwe bixin rojevê bo çareserkirina pirsgirêka wan du parêzgehan.

KRG

Back to top button