Nuri Malikî di axvtinek xwe de behsa Hewlêr kirîbû û gotibû: ‘‘Hewlêr bûye binkeyê Baasî û DAİŞ’ê’‘, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Umîd Sebah di vê derbarê de bersiva Malikî da.
Serokatiya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de hate gotin ku:Doh di axaftinên Nûrî Malikî de me hinek tohmetên bê bingeh bihîstin ku xistine sitoyê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê. Dema em li van axaftinên Malikî difikirin digihin wê encamê ku ev kesê han bi nexweşiya Hysteria ketiye û hevsengiya-tewazûna xwe wenda kiriye. Hemû hewldana wî jî bo wê yekê ku hincetan ji xeletî û şikestina xwe re bibîne û gunehê şikestin û têkçûna xwe bixe stoyê xelkên din.’‘
Umîd sebah dibêje: Em li vê derê ji Malikî re dibêjin cihê şanaziya Kurdistanîyan e ku Hewlêr herdem bûye cihê hemû xelkên zordarî lê hatî kirin. Herweha dema tu jî ji ber dîktartorîyê reviyayî te xwe li Hewlêr girt. Hewlêr cihê hemû xelkekîye ku ji ber zordarî û diktatoriyê direvin.
Berdevkê serokatiya Kurdistanê de bala Malikî kişandin û got: Hewlêr ne cihê DAİŞ û kesên wek DAİŞ’ê ye, cihê DAİŞ’iyan li ba te ye. Her tu bi xwe bûyî ku xelkê İraq û kelûpelên şeş firqeyên artêşa İraqê da dest DAİŞ’ê. Te generalên kevenbaasî li derdora xwe komkirin û saetekê jî nikarîn berevaniyê bikin. Niha tu çawa û bi çi rûyekê tê û li ser ekranên televizyonan diaxifê. Tenê em vêna ji tere dibêjin daxwaza lêborînê ji gelê İraqê bike û kursiyê xwe bicîh bihêle, ji ber te welat wêran kiriye û yê ku welat wêran bike, nikare welat ji krîzan rizgar bike.
“Malikî serê xwe xwariye” an, heşê xa tevlihev kirîye, an jî dîn bûye..fb