Gav bi gav ber bi serxebûnê ve

Nuri Malikî di axvtina xwe de gelek tund li dijê Kurdistanê gotin gotibûn. Li ser gotinên Malikî serokatiya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û bi tundî Malikî şermezar kir.

Serokê Kurdistanê li ser vê daxuyaniya Malikî biryar da ku wezîrên kurd tevlî civînên hukumeta Iraqê nebin û neçin Bexdayê.

Ji ber ku Malikî dabû xûyakirin ku ewê Kerkûk û devrên din yên berê destê Iraqê de hemûyê vegerînin. Vê yekê tayê navbera Bexda û Hewlêrê de qetand.

Bê guman ev yek roj bi roj ragihandina dewleta Kurdî ferz dike. Ji ber ku niha De – Fakto 3 herêm û 3 desthilat li Iraqê û Kurdistanê hene.

Kurd herêma Kurdistanê kontrol dikin, herêma ku piranî Sune lê dijîn ji aliyên DAÎŞ û Basiyan ve tê îdarekirin û herêma Şîeyan ji aliyê Malikî ve tê îdarekirin.

Lê Malikî naxwazê vê yekê bibîne û girêdayî siyaseta Îranê Kurda ji rewşa peyda bûyî tawanbar dike.

Biryar û gotarên desthilatdariya Kurdistanê ji rastiya Iraqê pêyda dibin û ev yek jî îro nebê, sibehî ragihandina dewleta Kurdî dike rastiyek.

Nêrînek

  1. Rast e êdî divê ji 7'î heta 70 ji boy paraziya xewna me a bi qırna dıvhe em bi rihek Seferberligi amade bin.. Tehdîd û şantjên Iraqê wê serê Malikî bixwe.\r\nDide xwanêkirin ku Sii ji Saddam ji talûketirin.

Nerîna min :