Makezagoneke nû û dewleta kurd/tirkan…
Îbrahîm GUÇLU
Li Tirkiyeyê, di van rojên dawî de çêkirina makezagoneke nû ketiye rojeve gengeşiyê. Lê pirsa makezagonê li Tirkiyeyê pirseke nû nîn e. Li Tirkiyayê wek tê gotin makezagon, piştî Makezagona 12- îlonê jî neketiye rojevê. Gorî baweriya min, pirsa makezagonê piştî ku Komara Tirkiyeyê wek dewleteke unîter û neteweyî ya tirk hat ava kirin, ketiye rojevê. Lewra makezagonên ku heta îro hatine amde kirin, ji bona hemû hevwelatî û neteweyên Tirkiyeyê amade nebûne.
Dema ku Komara Tirkiyeyê nû ava bû, berpirsiyarên dewletê ji bona ku hewcedarî her kesî, her grubeke etnikî, hewcedarî kurdan bûn, nedikarîn ku rasterast li hemberî wan qanunekê çê bikin. Ji bona vê jî, dema ku ji Makezagona 1924-an tê bahs kirin, tê gotin ku ev makezagona ne wek makezagonên demên din in. Lê dema ku li Makezagona 1924-an jî bê şirove kirin, gelek aşkere derdikeve holê ku ew makezagona jî, ji derveyî realîteyên Tirkiyeyê ne.
Makezagon dema kul i Tirkiyeyê hatine amade kirin, hesabên grubên cûda yên neteweyî û etnikî, ol û mezhebên cihê, sinîf û tebeqeyên heyî, bîrûbaweriyên ne wek hev, di makezagonan de nehatine hesab kirin.
Di van salên dawî de bi taybetî jî di van 30- salên dawî de li ser Makezagona leşkeran tê rawestandin. Dema ku li ser Makezagona 12-îlon tê rawestandin, ji aliyê gelek kesan û beşên civatê de, makezagonên berê wek erênî tên dîtin. Ev nerîna ne rast e. Lewra dema ku makezagonên di dîroka Komara Tirkiyeyê de hatine amade kirin bên miqayese kirin, mimkun e ku ji aliyê mafên kesayetî de di navbeyna makezagonan de cudayetyiek û ferqek hebe. Lê ji aliyê mafên kollektîf de di navbeyna hemû makezagonan de ferqek û cudayetiyek tune ye.
Makezagona gelan, ne yan dewletê…
Hemû makezagonên hatine amade kirin, ji bona gelan/hevwelatiyan ne, ji bona dewletê hatine amade kirin.
Loma jî, makezagon, dema hatine amade kirin, wek peymaneke di navbeyna hevwelatiyên Tirkiyeyê de nehatine amade kirin.
Makezagon ji bona ku jiyana hevwelatiyan xweş bike û pêşve bibe ne, ji bona ku dewlet xurt bibe hatine amade kirin.
Makezagon, ji bona dewleteke unîter, otorîter, kolonyalıst terîf bike û ava bike hatine amade kirin. Ji bona vê di amadekirina makezagonan de îradeya kurdan hîç nehatiye hesab kirin; heta îradeya gelê tirk jî di amadekirina makezagonan de nehate hesab kirin.
Di amadekirin û çêkirina makezagonan de du paradîgma/metod/nerîn…
Paradigmeyek û nerînek ew e, ku demokratîk e û realîteyên welêt/heyî didin berçav.. Nerîna demokratîk makezagonê gorî realiteyên sosyoljîk, sinifî, dinî, etnikî yên plûral; ji bona hevwelatiyan makezagonê amade dike. Ev makezagona di heman dem de ji aliyê hevwelatiyan de bi metodeke demokratîk tê amade kirin. Di vê makezagonê de hemû hevwelatî temsîl dibin û dewleta xwe jî gorî îradeya xwe ava dikin.
Paradigmayek û nerînek jî ew e, ku ew realîteyên welêt nade berçav. Ev mentalîteya dema ku makezagonê amade dike, berjewendiya dewletê dide ber çav. Ev nerîna, nerîka demokratîk nîne. Ev makezagona jî ji bona hevwelatiyan tevayî ne, ji bona elîtekê tê amade kirin. Nerîneke otorîter, faşîzan, kolonyal e.
Li Tirkiyeyê makezagon heta îro bi nerîna duyemîn ya ne demokratîk û otorîter hatine amade kirin. Divê ku ev nerîn, paradîgma û sîstema bê guhertin. Ji bona rastiyên û realîteyên Tirkiyeyê makezagonek bê amade kirin.
Ji bona vê vê jî makezagon divê beriya her tiştekî Tirkiyeyê jinûve terıf bike,
Pirs ne guhertina makezagonê ye, pirs makezagoneke nû ye…
Loma jî, wek li Tirkiyeyê tê bahs kirin, pirsgirêk ne guhertina makezagona 12- Ilonê ya leşkeran e. Pirsgirêk, amadekirina makezagoneke nû ye. Lewra dema ku ji guhertina makezagonê tê bahs kirin, wê demê derdikeve holê ku desthilatdariya siyasî ya sivîl, dixwaze ku gorî hewcedarî û berjewendiyên xwe guhertinekê pêk bîne.
Heta îro jî, dema ku li guhertinên makezagonan bê mêze kirin, ev rastiya derdikeve pêşiya me. Loma jî, divê Hikumeta AK Partiyê guhertina makezagonê ne, amadekirina makezagoneke nû bîne rojevê û li ser wê xebat bike.
Hikumetê, di sala 2007-an de, piştî hilbijartina giştî dest bi xebeteke wusa kiribû û bi riya grubek aqademîsyen reşnivîseke makezagonê amade kiribû. Lê piştî ku ew reşnivîsa hat rojevê û li sere gengeşî pêk hatin, derket holê ku di mentalîteyê de guhertineke bingehî nebûye; di reşnivîsê de realîteyên Tirkiyeyê yên etnikî, sinifî, mezhebî-olî, fikrî negirtine ber çav.
Di van pirsan de rewşenbîr û siyasetvanên kurd jî, xwediyê perspektîfeke cûda û nû nîn in. Ev jî di amadekirin û di minaqeşeyên makezagonê de pirseke gelek girîng e.
Terîfa makezagonê…
Makezagon, peymanek e. Lê peymaneke rojan e û basît nîn e. Peymaneke civakî ye. Ev peymana xwediyê felsefeyeke hevbeş û kûr e. Di vê felsefeyê de wek hevî heye û di navbeyna hevwelatiyan de kes û grubên bi îmtîyaz, desthilatdar nîn in.
Li welatekî hevwelatiyên wî welatî, ji bona jiyana xwe ya hevbeş pîvan û krîterên hevmişterek tespît dikin û van pîvanan dixin ser kaxizê.
Di Peymana Civakî de, organîzasyona giştî dewlet, terîf dibe. Ew dewleta dibe dewleta wan ya hemûyan.
Dewlete kurdan û tirkan/dewleta konfederal yan jî federal…
Makezagona heyî, dewleta tirkan terîf dike. Lewra ji bona tirkan amade bûye. Divê makezagona nû, Tirkiyeyê ji nûve terîf bike, rastiyên etnikî û neteweyî ya plûral bipejirîne. Wê demê dewleta heyî ya unîter, îdeolojîk, olî, mezhebî, sinifî tê guhertin; dewleteke hevbeş ya kurd û tirkan, kêm neteweyên din ava dibe.
Ji bona vê divê makezagona nû, dewleta kurd-tirkan ji bona xwe bike armanc.
Ev dewleta nabe dewleteke neteweyî, nabe dewleteke îdeolojîk, nabe dewleteke olî û mezhebî, nabe dewleteke sinifî.
Ew dewleta di ser neteweyan, îdeolojiyan, ol û mezheban, sinif û tebeqeyan re dibe.
Di dewlete nû de, di navbeyna neteweyan û hevwelatiyan de wekheviyek dibe. Her hevwelatiyek û neteweyek ji aliyê hemû mafan de wekhev dibin.
Di makezagona nû de mafên kolektîf gelek zelal tên diyar kirin. Zimanê kurdî jî dibe zimanê fermî yê dewletê û perwerdayî ye.
Ew dewletan hemû dezgehên xwe, gorî dewleteke nû, dewleta kurd/tirkan jinûve ava dike. Wê demê mecbur e ku navê dewletê bê guhertin; hem meclîsa hevbeş ya hemû neteweyan û kêm neteweyan, hem jî meclîs û hikumeta hemû neteweyan yên herêmî bên pejirandin.
Leşker û dadgeh jî gorî ev dewleta nû ya hevbeş ya kurd/tirk divê bê ava kirin.
Ew dewleta jî, yan dibe dewleteke konfederal û yan jî dibe dewleteke federal.
Ji bona vê jî, di amadekirina makezagoneke nû de kurd divê raterast teref bên qebûl kirin. Makezagon, ji aliyê temsîlkarên hemû neteweyan de bê amade kirin.
Makezagona nû divê îzin bide ku her herêmek ji bona xwe jî makezagonekê amade bike.
Amed, 06. 02. 2010
Serrastkirin û baxişandin xwestin: Di nivîsa min ya di derheqê Şehîd Necmeddîn de du şaşî pêk hatine. Şaşiya yekem: Tarîxa şehîdbûna Necmeddîn rast hatiye diyar kirin. Sal şaş hatine hesab kir. Şehîd Necmeddîn, 24 sal ne, 26 sal in ku çûye ser dilovaniya xwe. Şaşiya duyemîn: Min nivîsandiye ku Şehîd Necmeddîn, di Nîsana 1980-yî de hatiye girtin. Ev şaş e. Şehîd Necmeddîn, di Nîsana 1982-an de hatibû girtin. Loma jî 4 salan ne, 2 salan hepis bûbû, ku şehîd bû. Ez ji xwendevanên xwe baxişandinê dixwazim.
Ez rexneyên xwendevanan fahm dikim. Lê ez heqerata wan fahm nakim. Du xwendavanan –ku navên xwe yên rasteqîne jî nenivîsandine- bi awayekî wusa diyar kirine, ku mafê min tune ye, ku ez di derheqê Şehîd Necmeddîn de binivîsim. Gelo çi ma heqê min tune ye?