Kultur
Li Festîvala Nikaragua Helbestên Kurdî

Di roja 14/ 02/ 2010an de helbestvanê kurd Husên M. Hebeş beşdarî Festîvala helbesta navnetewî ya ku li (Granada /Nicaragua) li dardikeve dibe. (VI Festival Internacional de Poesía de Granada 2010 Nicaragua). Festîval 8rojan dirêj dike û bêtirî 100 helbesvanî ji 63ê welatan tê de beşdar dibin. Hêjayî gotinê ye ku sala par jî H. M. Hebeş beşdarî Festivala helbesta navnetewî ya li bajarê Medellin/ Colombia li dardikeve bûbû.