Civak
Ahmet Altan li dozgeriya leşkerî bû
Duhî perpirsê giştî yê rojnama Tarafê Ahmet Altan li dadgeha leşkerî bû. Wek tê zanîn dozgerê leşkerî di derbarê plana “Darba Balyoz“-ê de lêpirsînek vekiriye û di çerçova vê lêpirsînê de jî êfada gelek kesan distîne da ku kaşo rastiya vê pirsê derêxin holê. Dozgerê leşkerî di vê çerçovê de banî Ahmet Altan jî kir û wek şahid êfada wî girt.
Dozgerê leşkerî ji Altan pirsî ku, we çewe ev belgeyên ku bi navê plana “ Darbeya Balyoz“ destxistine ? Altan di bersiva xwe de got:“ Ev belge di CD yan de ji mere hatin. Me lêkolînek kir û bawerî bi me re çêbû ku ev belge rastin. Ji bo vê yekê jî me aslê van belgeyan hemî teslîmê dozgeriya sivîl kirin û me jî belav kirin.“