Kultur

Roja zimanê kurdî bi coşek mezin pîroz bikin..

ROJA ZIMANÊ KURDÎ BI COŞEK MEZIN PÎROZ BIKIN

Partiyên siyasiyên rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniyekê de bang li kurdistaniyan û bi taybetê bang li kurdên rojhilata Kurdistanê dikin kur oja zimanê kurdî bi coşeke mezin pîroz bikin

Partiyên siyasiyên rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniyekê de bang li kurdistaniyan û bi taybetê bang li kurdên rojhilata Kurdistanê dikin kur oja zimanê kurdî bi coşeke mezin pîroz bikin û wê rojê bilind ragirin.

Partiya demokrata Kurdistana Îranê, Komela Şoreşgêrên zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Samna Xebta Kurdistana Îranê û Partiya Azadiya Kurdistanê di banda xwe de daxazê ji mamoste, şagird, xwendekar, gêncan û xelkê Kurdistanê dikin ku li dijî bin destiya zimanê kurdî derkevin.

Partiyên rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêjin:

Ji bo diyarkirina nerazîbunê derheq wê sitema li ser zimanê kurdî heye daxazê ji we dikîn ku di roja zimanê dayîkê de, van çalakiyan encam bidin.

Li naxweya welêt:

–      Şagird, xwendekar û mamoste di wê rêjê de bi kincên kurdî biçin dibistan û xwendigehan.

–      Di zanîngehan de xwendekar pilakatên bi siloganên taybet bi bidestxistina vê daxaza adil bilind bikin.

–      Wezîfeya hevwelatiyên niştiman perwer jê ew matriyal û bangên bi vê minasebtê derdikevin bi awayekê berfireh bilav bikin.

Li dervey welat:

–      Xwenîşandan li pêşiya rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve, sefaretxaneyên Îranê li welarên rojava û siyaseta li dijî zimanê kurdî mehkum bikin.

Back to top button