Polîtîk

nabe wezîrên Kurdistanê bazirganiyê bikin

Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê di bin serokatiya Berhem Salih serokê hikûmetê û bi amadebûna Azad Berwarî cêgirê serokê hikûmetê civîna xwe ya normal li avahiyê civata wezîran pêkanî.
Di civnê de, li destpêkê serokê hikûmetê behsa serdana serokê herêma Kurdistanê ya bo Dewletên Yakgirtiyên Amerîkayê kir û Salih ew serdan bi serdaneke serkefî û pêngavek bo pêşxistina têkeliyên navbera Hewlêrê û Waşîngtonê wesif kir.
Paşî serokê hikûmeta Kurdistanê behsa sed rojên avakirina kabîneya şeşê a hikûmeta herêma Kurdistanê kir û got: ”Di nava van sed rojan de hikûmeta herêma Kurdistanê weke yek tîm û grup kar kiriye û di hemû waran de hevkariya hev kiriye û bi hev re rû bi rûyê arîşe û astengan bûye.”
Salih di axaftina xwe de got: ” her di vê demê de hikûmeta herêma Kurdistanê budceya herêma Kurdistanê amade kir û ji parlamentoyê re şand ku, destketiyeke mezin a hikûmet û xelkê Kurdistanê ye. Li gor dîtina hikûmeta herêma Kurdistanê, rexnekirina duceyê û zengînkirina wê bi dîtin û pêşniyaran cihê dilxweşiyê ye. Lê divê ew rexne û pêşniyar û dîtinên cuda hemû di xizmeta berjewendiyên giştî û mafê hevwelatiyan de bin.”

civîna cuvata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê biryar da ku ji %2 feydeyê li ser qerzên banka zîraetê ji bo cotkarab nemîne, daku cotkarên Kurdistanê bikarin baştir qerzî werbigirin û di xizmeta pêşxistina zîraeta Kurdistanê bikar bînin.

Civînê, weke esask ji avakirina hukimdariyeke nû û şefaf ku zêdetir xizmeta hevwelatiyan bike, destpêşxeriya (însîyatîf) hukimdariya dirust û şefaf pesidn kir. Li gor vê însîyatîfê divê:
– Hemû wezîrên hikûmetê serwet, milk û malê xwe ji aliyên têkeldar re eşkere bikin.
– Nabe xwediyên postên taybet karên taybet weke vekirin şîrket, bazirganî û investkariyê bikin.
– Cudakirina çalakiyên sektora taybet ji sektora giştî û cudakirina çalakiyên siyasî ji xizmetên medenî.

Her di civînê de, wezareta tendurustiyê hat teklîf kirin kul i dor rewşa saxlemiyê li herêma Kurdistanê raporekê amade bike.

Back to top button