Serokê berê yê opozisyona Suriye Ehmed Asî El Cerba ji bo hinek hevdîtinan li Kurtdistanêye. Li Kurdistanê serokê Kurdistanê Mesud Barzanî pêşwazî li Cerba kir û li ser rewşa opozisyona Suriye û Kurdistana Rojava gotubêj hate kirin.
Herweha Cerba li Hewlêr hevtînan li gel partî û aliyên siyasî yê Kurdistana Suriye dike. Bi vê minasebetê berpirsên PYDê, TEV-DEmê jî hatin Başûr û li gel Cerba hevdîtin pêkanîn.
Partiyên ENKS de jî li gel Cerba hevdîtin kirin. Di vê demê de armanca serdana serokê berê yê opozisyona Suriye baş nayê zanîn . Gelo role Cerba niha di opozisyonê de çîye babetek din yê minaqeşeyê.
Tê zanin ku Cerba pêwendiyên baş li gel Sudiya Erebî heye û ev welat madî pişgiriyek mezin dide Cerba.