Rola Yekêtiya Ewropayê di şerê dijî DAÎŞê de

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, duhî roja duşemiyê 03.11.2014ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeke Yekêtiya Ewropayê a bi serokatiya Hîwuz Mîngarîlî serokê yekîneya karûbarên derve li ofîsa Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqyayê a Yekêtiya Ewropayê kir.

Di dîdarekê de, şandeya Yekêtiya Ewropayê ku bi armanca şopandina rewşa serbazî, emnî û mirovî serdana herêma Kurdistanê kiriye got ku, ew dixwaz in di warê serbazî, emnî, mirovî û di warê infrastruktura û enerjiyê de zêdetir hevahengî û hevkarî di navbera herêma Kurdistanê û Yekêtiya Ewropayê de hebe. Şandeya mêvan got ku, herêma Kurdistanê rûbirûyê gefên cidî bûye û ketiye di rêza pêşiyê ya şerê dijî terorê de û bi sedan hezar koçber û penaber hewandine, ji bona vê yekê sipasiya rola herêma Kurdistanê kir.

Şandeya Yekêtiya Ewropayê behsa serdana xwe ya bo Bexdayê kir û got ku, wan ji hikûmeta Îraqê re gotiye divê hemû alî û tevaya pêkhateyan beşdarî hikûmetê û pirosesa siyasiya Îraqê bibin û desthilatên zêdetir bi herêm û deverên cudayên Îraqê bidin û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bikin. Digel Tirkiyeyê jî behsa hevkarî û hevahengiya navbera Enqere û Hewlêrê kiriye ku, rê ji hêza pêşmerge re bidin bo piştevaniya Kobanî derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya serdan û têbînî û dîtinên şandeya mêvan kir û got ku, Yekêtiya Ewropayê roleke bi bandor di warê berhingarbûna terorê de lêstiye û tekîd kir ku, pêwîstiya pêşmerge bi zêdetir çekî û bi taybetî çekê giran û rahînanê heye. Li dor pirsa koçber û panebaran jî, serokwezîr got ku, herêma Kurdistanê, tevî îmkanên xwe yên tixûbdar, pêşwazî li penaber û koçberan kiriye û berdewam jî dibe, lê belê divê Yekêtiya Ewropayê û civaka navdewletî bi giştî û Îraq zêdetir di hewara koçber û penaberan de biçin û hevakariya wan bikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: