Polîtîk

Pêşmerge bi tundî li DAÎŞê didin

Hêzên Pêşmerge li Zûmarê pilanekî DAIŞê li Iwênat pûç kirin ku dixwestin otombîlekê bombe bikin. Vê sibehê jî Hêzên Pêşmerge êrişeke terorîstan li gundê Girbuqil vala derxistin û bi tundî bersiva wan dan û ziyaneke mezin gehandin wan terorîstan.

Berpirsê Navçeya Dîcle ya Partiya Demokrata a Kurdistanê (PDK) Hesen Xelo ji KDP.info re ragihand: “Vê sibehê terorîstên DAIŞê li nêzîkî gundê Girbuqil ku dikeve başûrê bajerokê Zumarê bi çekên Hawen û çendîn corên çekên din êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge, lê Pêşmerge bi çekên giran li wan dan û piştî şerekê seatekê, ew terorîst paşde vekişiyan.”

Wî perpirsê navçeya PDKê li Zûmarê wiha got: “Di şerê îro de çekdarên DAIŞê ziyanekî mezin dîtin ku kuştî û birîndar ketin û termê xwe li şûna xwe hiştin.”

Hevdem Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Zûmarê Muqedem Celal ji KDP.info re ragihand: “Cihê çekdarên DAIŞê li navçeya Iwênat heye ku li wir otombîlan bombe dikin, lê beriya ku otombîlekê bombebikin Hêzên Pêşmerge hewla wan hat pûçkirin û cihê wan bi temamî hat têkbirin û pilana wan pûç kir û li wî cihî neman.”

Derbarê rewşa emnî ya wê deverê jî, Muqedem Celal wiha domand: “Liv û tevgera DAIŞê li wê deverê pir kêm bûye û tenê li navçeya Tileferê carna tên dîtin, lê li Zumarê kêm tên dîtin û niha li wê deverê nemare.”

Muqedem Celal da zanîn ku, “Hêzên Pêşmerge navçeyê ji mîn û teqemeniyan paqij kirine û gellek xelk vegeriyane ser mal û milkên xwe.”

Back to top button