Nivîsar

Kî we li dijê serxwebûna Kurdistanê seferber dike?

       
Roja 04.07.2014, di rojnameya Özgür Gündem’a bi ser PKK ve nivîsek hate belavkirin. Di vê nivîsa ku ji aliyê Akif Serhat (navek sexte) ve hatiye nivîsîn, tê iddia kirin ku mûdaxeleya DAÎŞ di civîneke li Paytexta Urdunê, Eman, ku Amerîka, Israil, Erebistana Siûdî, Urdun û Tirkiyê tê de beşdar bûne hatiye pêkanîn. Her weha, PDK û BAAS jî di vê civînê de amade bûne. Wekî din jî tê destnîşankirin ku Mesûd Barzanî jî bingeha civînê amade kiriye. Piştre îran jî ji civînê hayadar bûye û Mesud Barzanî tehdît kiriye. Belgeyên civînê jî şexsekî bi 4 mîlyon dolar firotiye îraqiyan.

Di 15’ê hezîranê de, bi navê Özgür Bilge(Navek sexte) nivîsek din bi sernivîsa “Gelo, plangeriya dagirkirina Musul li Ankara pêk hat?” hatibû belavkirin. Wî navnîşan Ankara diyarkiribû û qaşo hinek “belge” belavkiribûn.

Karekî seyr e ! Özgür Gündem û Lêkolîn ji hemû manevrayên nehênî agahdar dibin û bikêmayî bi qasî Malîkî narehet dibin. Di hemû dezgehên ragihihandina xwe de jî dest bi antî propagandayê dikin. Ji hemûyan xirabtir, nîfaqê dikin nav Kurdên başûr de.
Em ji bîr nekin ku Cemil Bayik jî di 5’ê tîrmehê de ket nav Koroya derewan û tiştên ku di organên PKK de hatibûn belavkirin piştrast û dubare dike.

Gava mirov organên PKK, daxuyaniyên Cemil Bayik, Hatip Dicle û kesên din datîne ber çavên xwe, runiştina yekem ya Parlamentoya Bexdayê tê bîra mirov. Di kombûna yekem da, çend parlamenterên bi ser Malîkî ve jî behsa belgeyan dikirin. Malîkî bi xwe jî di beyanatên xwe de Kurda tawanbar dike. Qaşo Kurd ji hewldanên DAIŞ’ê agahdar bûne û mûdaxala vê yekê nekirine, uhw…

Mirov, wek Kurdekî helwesta Bexdayê fêm dike, camêr naxwaze Kurd bibin xudan statûyekê û siyaseta xwe ya caran li ser Kurda ferz dikin. Lê nabe mirov ji xwe pirs neke, gelo çi agir ketiye delingên PKK ?
Erê, hûn dizanin hûn xizmeta kî dikin?
Hûn çima agahdariyên bêbingeh li Bakur belav dikin ?
Hûn çima ji serxwebûna Kurdistanê narehet dibin ?
Kî van “belgeyan” dide we ?
Kîne ew diplomat ?
Madem hûn dizanin, hûn çima aşkere nakin û wan „belgeyan“ belav nakin ?
Gelek zelal e. Kesên ku di parlamentoya Bexdayê de behsa belgeyan dikin û hûn bi xwe jî ji heman navendê dîrektîfan werdigirin.
Tenê yek hedefa we heye;
Dijminatiya xeta Kurd û Kurdistanê û Pêşlêgirtina serxwebûna Kurdistan ye. Ligel hemû kêm û kurtiyên xwe PDK, beşek ji YNK, GORAN, YEKGIRTU û hêzên din rêbaza Kurdistanî birêve dibin. Lê hûn ?! Hûn bûne dar û destê hêzên tarî û bêhedar şerê xeta Kurdayetiyê dikin.
Dijminatiya xeta Kurdayetiyê ketiya nav xwîn û laşê we de….
Bi taybetî dijmintiya PDK û serok Barzanî…
Berî niha bi çend mehan belge melge tunebûn…
Erê belge tunebûn lê xendek hebûn. Qaşo ew jî beramberê we dihate kolandin û we bi hemû hêza xwe şerê PDK kir.
Hûn niha dibînin ku xendek ji bo çi hatine kolandin. Armanca xendekan bi temamî li ser esasê parastina herêma Kurdistan bû. Lê we qiyamet rakir û êriş liser êrîşê bir ser PDK û şexsiyeta serok Barzanî.

We kolandina xendekan wek manevrayekê li hember xwe dît û dest bi propagandayeke gemar kir. Li kolanên Amed, Stenbol û Rojava bi Pankartên „Em xiyaneta PDK di nav xendekan de şermezar dikin“ miting lidar xistin. Qet pêwîst nake ku em li ser pankartên din ku sînorên edebê derbas dikirin rawestin.
Li beramberî vê kampanyaya neheq hêz û layên din xwe bêdeng dikirin, lê belê ev mijarek din e.

Gava hêzên DAiŞ ketin Îraqê û di demeke kurt de seranserî herêma Suniyan bidest xistin, rastiya xendekan aşkera derket holê.
Min di 28‘ê meha Gulanê de, li ser vê mijarê nivîsek belav kir û da zanîn ku xendek ji bo parastina herêma Kurdistanê hatine kolandin.
Piştî ku rastiya xendekan eşkere bû di destê we de tu hincet neman ku hûn bi wan dijminatiya PDK bikin. Ji ber ku we nekarî Kurdên Bakur bi çîroka xendekan bixapînin vê carê we ji xwe re „belge“ peyda kirin.

Lê bawer bikin bi hezaran welatparêz di nav refên PKK de jî hêdî bi we bawer nakin. Hûn bi dijmintiya Barzanî biser nakevin. Berê we Barzanî kiribû hedef, ji ber ku qaşo wî serxwebûna Kurdistanê nedixwest. Niha Barzanî serxwebûna Kurdistanê pêk tîne, lê hûn dîsa jî dijmintiya wî dikin û Kurdan li ser daxwaza hêzên tarî mehkumê Kantonan dikin.

Manevraya li hember serxwebunê rawestandin berdewamiya hevpeymaniya Iran, Îraq û Sûriyê bi xwe ye. Divê kurd biryara xwe bidin. Yan dibin dar û destikê hevpeymana tarî, yan cihê xwe li ba komelgeha medenî ya cîhana demokrat digrin.

PKK gelek caran di ragihandina xwe û di biryarên kongreya xwe de jî bi şêweyekî aşkere cihê xwe di eniya Iran, Îraq û Sûriyê de girtiye. Ev biryar û nêrîna PKK di salên 1997 de aktuêl bû. Wê demê daxwaza serxwebûna Kurdan ne aktuêl bu, lê dîsan jî şerê PDK dikirin. Hedef tunekirina xeta Kurdayetiyê bû.
Ev enî îro dîsan aktuêl e, kûr û berfireh bûye. Berê Yalçin Kücük û Dogu Perincek mamostetiya orkestrayê dikirin. Îro kevne Stalînîstên wek Ertugrul Kürkcü û çend „Diplomatên“ ereb bûne stratejistên xirakirina mala Kurdan.

Lê bêfeyde ye! Miletê Kurd dizane çi dixwaze. Hûn nema dikarin rê li pêşiya wan bigrin. Bi hezaran welatparêzên ku, mixabin, hîn jî PKK wek rizgarker dibînin nema bi van fen û fîtkan, bi van derewan bawer dikin.


Rojhat Amedî
Skykurd.net

Back to top button