Polîtîk

serxwebûn di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ye

Serokê  Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand ku Iraq hildiweşe û ew dê planê ji bo serxwebûna Kurdistanê deynin û diyar dike ku Amarîka û Tirkiyê ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ne.

Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Welt an Sonntag a Elmanî, Serok Barzanî got: “Parlamentoya Kurdistanê amadekariyê bo referandûma serxwebûnê dike, herwiha serxwebûn mafekî normal û rewa yê her milletekî ye.”

Di derbarê helwesta Amerîka û Tirkiyê li himberî ragihandina deleta Kurdî, Barzanî dibêje: beramberî  “Hin siyasetmedarên Amerîka li gel serxwebûnê ne û hin ji wan jî nakin lê di encam de serxwebûn di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ye.”

Derheqa peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de jî Barzanî wiha axifî: “Peywendiyên me di 10 salên borî de bi awayekî baş pêşketine, niha jî peywendiyên me gelekî baş in, herwiha Tirkiye cîranekî me yê baş e, Tirkiyê ne li dijî  serxwebûna Kurdistanê ye.”

Di derbarê rewşa Iraqê ya niha jî Barzanî got: “Her rû dide û kes jî nikare rabigire. Nasnameya me ya Kurdî, Sunne, Şîe û Mesîhî heye, lê nasnameya me ya Iraqî nîne. Rewşa niha hemû gef û tehdît in ji ber pêşketina milîşiyayên DAİŞ a terorsîst. Sedem jî siyaseta xelet ya Bexdayê ye. Eger Nûrî Malikî ne serokwezîr bûya û ew hemû pirsgirêk paşguh nexistibana, dibe ku niha rewş baştir bûya.”

Herwiha derbarê çarenivîsa Kurdên perçeyên din ê Kurdistanê, serok Barzanî di hevdîtina xwe de amaje bi wê yekê kir ku Kurdên parçeyên din dive bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.

Back to top button