Serokê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Adil Mûrad îdîa kir ku Tirkiye, Îsraîl û ew welatên ji bo cudabûna ji İraqê piştgiriya Kurdan dikin; ‘Xiyanetê li gelê Kurd dikin.’

Derbarê rewşa İraqê û serxwebûna Kurdistanê de Adil Mûrad ji Fars News axifî û got: ‘’Niha rewşa İraqê ber bi başbûnê ve diçe û di van nêzîkan de hemû çekdarên DAİŞ’ê yên li İraqê tên îmhakirin.’‘

Bi baweriya Mûrad, piştgirîkirina Tirkiye, Îsraîl û hinek welatên din li dewleta serbixwe ya Kurdistanê; ‘Xiyanet e li gelê Kurd û di dawî de wek Şahê Îranê paşde gavan diavêjin û Kurdan bi tenê dihêlin.’

Derheqa ragehandina dewleta Kurdî û cudabûna ji İraqê jî, Adil Mûrad wiha axifî: ‘’Em dewleta Kurdî danamezrînin, ji ber welatên cîran piştgiriyê li cudabûna Kurdan nakin û divê li gor yasayên navdewletî Kurd bifikirin.’‘

Murad tekez kir ku çekdarên DAİŞ’ê bo hemû xelkê İraqê tehdîd in û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Kurd jî ne bêbeş bûne ji êrîşên DAİŞ’ê û qurbanî dane. Lê çekdarên DAİŞ’ê zêdetir êrîşî Pêşmergeyên YNK’ê dikin ne ku Pêşmergeyên PDK’ê.’‘ (f.k)

Basnews

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: