Rojnamevan Mehmet Ali Birand di nivîsa xwe ya di Huryetê de li jêr navê (Mixabin kes ji me ji bo aşitiyê neamadeye) dinivîse:
– Ez di wê bawerê de bûm ku hemû kes ji êş, azar, xwînriştin û ji şer bêzar bûye û westiyaye, lê mixabin, hêşta hindek kes wisa hizir dikin ku dikarin bi şerî armancên xwe pêkbînin.
– Ji sala 1925ê heta 1984 me rahêla kurda û me ew gelek azar dan êşandin. Me nehêla ew bi zaminê xwe biaxivin û em pêkve bijîn. Her tiştê xerab me li hember kurdan kir. Heta sala 1984ê jî me kurd êşandin, lê piştî hîngê kurda dest bi êşandina Tirkiyeyê kir.
– Mixabin, tevî ku em dizanin pirsa kurd bi çek çareser nabe jî, lê heta roja îro jî em di wê baweriyê de ne ku em dikarin pirsa kurd bi çek çareser bikin û em des ji metodên bikaranîna çek bernadin.
– Ev 30 sale em dibêjîn dê PKKê ji holê rakin û PKK ber bi nemanê diçe û gelek nemaye jinav biçe, lê ew gotin hemû nerastin. Tevî ku dawî li PKKê nehat, roj bi roj xurtir jî dibe.
– Nuha bextreşiya mezin ewe ku Erdogan di warê çareserkirina pirsa kurda, ji her kesî zêdetir, gavîn çareseriyê avêtine. Nuha ew jî pişta xwe bi hêza leşkerî gerim dike û wisa dizane ku dê bi rêya serbazî PKK-ê jinav bibe û dê ji aliyê siyasî ve qazancekî mezin bike. Erdoganê nuha ne Erdoganê berî çend salaye. Dilê min bi yekê dişewite ku ne desthilat û ne jî opozisyon nav parlamentoyê û ne jî civak amadeyî aşitiyê ne.
Rojevakurd
Nikarim amade bin jî. Lewra dewleta kûr, dewleta rastîn a tirk, li ser dijminiya kurdan ava bûye û ne amade ye careseriyê pêk bîne.\r\n\r\nGava dewletê xwest di nava 24 saetan de gelê tirk, rojnamevanên tir, zanayên tirk, eskerên tirk bi gishtî tirk dibin ashitîxwwaz.\r\n\r\nLi Tirkiyeyê îradeya gel û zanayan nîne.\r\nLi Tirkiyeyê îdeolojî û nêrîna fermî ya dewletê mejiyê civakê ye.\r\n\r\nLi Tirkiyeyê dewlet bav, gel zarok e. Li Tirkiyeyê gel pez, dewlet shivan e. Li tevayiya cîhanê jî hinek wisa ye, li bi qasî tirkan ti miletek bêîrade nîne.\r\n\r\nDewlet chima naxwaze careseriyê?\r\n\r\nLewra nikare.\r\n\r\nHeger chareseriyê bikin, ev dewlet namîne. Tirkiye li ser neheqî, bêdadiyê ava bûye. Erdogan bixwaze dikare lê dema kir jî êdî Tirkiyeya berê namîne.\r\n\r\nMesele ev e. 80 sal in jî ev e. \r\n\r\nBes îradeyeke derveyî dikare Tirkiyeyê biguherîne. Bo mînak Amerîka û welatên bihêz ketin Tirkiyeyê, hema teslîm dibin.