Sistema navdewletî pirsa kurd çareser dike
Rojnamevan Ergun Babahan di nivîseke xwe de behsa çaresriya pirsa kurd li Tirkiyeyê dike û dinivîse ku eger hikûmeta Tirkiyeyê pirsa kurd çarser neke dê sîstema nû ya navdewletî wê pirsê çareser bike.
Ergon dinivîse:
– Nuha Amerîka li rêyekê digre ku kirîzekê digel Îranê çêke û ka çawa li Îraqê da, li Îranê jî bide. Her dema Amerîka li Îranê da , weke Îraqê, kurdên Îranê jî dikarin xwe cuda bikin. Ji ber ku rêxistin di nav kurdên Îranê de xurte û li yek herêma cografî dijîn. Ev yek bo kurdên Sûryeyê jî derbas dibe.
Babahan dibêje ku di rewşeke wisa de ji bona ku di pêşerojê de Tirkiya digel kurdan bi awayekî yekêtî û yekrêzî bijî, pêwîste dewleta karekê wesa bike ku bala kurdan bi aliyê xwe ve bikşîne.
Berdewamba xwe de Ergun diböje:
– Bi destûra nuha heye dewlet nikare bala kurdan bi aliyê xwe bikşîne, çunkî di destûrê de bi tenê îşaret bi tirkîbîn hatiye dan û rê li pêşiya zimanê dayîkê digire. Hemû rojan ji bo wan zarokên bi tirkî nizanin, sûnda tirkî dixon (Ez bextewerim ku tirkim) û eger dewlet bixaze bala kurdan bikşîne divê ew tişt di destûrê de nemînin.
Rojevakurd