Şer zirarek mezin digihîne tecrûbeya herêma Kurdistanê

Hikûmeta hrêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ew êrîşa çekdarên PKKê bo ser serbazên Tirkiyeyê ku şeva çarçemiyê 19.10.2011ê li devera Hekarê encamdaye û di wê êrîşê de zêdetir ji 20 serbaxên tirk hatine kuştin şermezar dike.

Hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje:
– Ev kiryarên çekdarî, tevî ku ji bo aşitiyê û emniyeta deverê xeter in, dijî berjewendiyên gelê Kurdistanê jî ne.  Berdewambûna van kiryarên çekdarî dê zirareke mezin bo ser tecrûbeya herêma Kurdistanê hebe.

Hikûmeta Kurdistanê daxaza rawestandina kiryarên çekdarî dike û dibêje:
– Bi baweriya me çareserkirina pirsa kurdî li Tirkyeyê bi rêya aşitiyê û dûr ji şidetê rêye herî  minasib e, şer xizmeta vê rewşa dever û cîhan tê de derbas dibe nake.

Hikûmeta herêma Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de daxazê ji hemû aliyan dike ku giyanê berprisyariyê û parastina berjewendiyên hevbeşê deverê, dûr ji şidetê û metodên çekdarî reftarê bikin.

Nêrînek

  1. Biaxivin, têkilî daynin, PKK bi gotina we dike. 50 % (ji serokatiya PKKê) di bin kontrola Tirkiyeyê de ye, we dixapînin. \r\n\r\nSherxwaz Tirkiye ye. PKKê bikartîne, pê eskeran dide kujtin ku dinyayê îkna bike, bikeve axa we. \r\n\r\nChima fêhm nakin?\r\n\r\n2-3 heftayan bi qantiran chek kishandine parêzgeha Colemêrgê, chapemeniya Romê nivîsî. Chawa Heronan nedîtine? \r\n\r\nPKK di heman demê de li 8 baregehên eskeriyê dide û bi dehan eskerên taybet dikuje û direve. \r\n\r\nKet serê we?\r\n\r\nRih dibe bost dijmin nabe dost.\r\nBextê Romê nîne.

Nerîna min :