Li Kurdistana Bakur pirsa yekitiyê yan jî hevkariya di navbera partî, rêxistin yan jî dezgehan de pirsgirêka herî mezn e. Di bingehê vê pirsgirêkê de hinek bîr û baweriyên îdeolojîk hene. Dema mirov dibê dîlê îdeolojiyekî tu azadiya ku mirov bikaribe li gora mercên nû tevbigere û perspektifek berfireh li bûyeran binêre namîne. Yan jî refleksên siyasî yên pêwîst aloz dike.

Sala 1975-ê piştî neksa şoreşê li Başûrê Kurdistanê, herkes ket ber bayê çepitiyê. Partiya ku xwe çep nedîta nema. Lê çepitiya  li Kurdistana Bakûr piranî çepitiya destê duyem bû. Yanî destê yekem çepên tirk bûn û kurdan çepitiya xwe ji wan girt. Bê goman ev yek dibe babetek gelek taybet yê gotubêje, lê gelemperî  welê bû.

Her tim li himber çepên tirka kompleksek ya çepên kurd hebû. Di hemi pêwendiyên jiyanê de, pêwendiyên di navbera partî û rêxistinên kurd û tirkan de  ev yek vekirî dixweya.

Her dema ku yekitiyek biketa di rojevê de, ev pirs cardin dibûya pirsek bingehîn. Yanî tucaran kurdan nekarî yekitiyekî serbixwe û bi îstikrar di nav xwe li Bakur ava bikin. Lê gelek hesanîtir hinek partî û rêxistinên kurd dikarîna li gel rêxistinên tirk hevkariya pêkbînin. Herdemî gelek partiyên kurdî bi awayek xwe kêmî  partiyên tirk didîtan.

Ev prosesa cureyên pêwendiyan di nav tevgera kurd û tevgera tirka de gelek hatiye gotubêj kirin. Lê mixabin niha jî mirov dinêrê ku hinek rêxistinên kurd ji vê kompleksê xilas nebûne.

Tişta balkêş ewe ku tevgera kurda azadixwaz ji tevgera tirk gelek pêştir e. Lê cardin ew kompleks berdewam e.
Eve demeke KCD/ BDP dixwaze partiyek ku hemû partiyên kurd û partiyên çepên Tirka di tê de cih bigre ava bike. Ev fikra Abdullah Ocalan e û her demî ji BDP-ê re gotiye ku dive partiyek ya bibe sêwan  bête avakirin.

Wek tê zanîn di dema hilbijartinan de BDP-ê, yekitiya Bloka Ked û Azadiyê li gel hinek partî û rêxistinên çepên Tirk ên marjînal avakirin. Ji aliye din jî du partiyên kurd  re jî protokolek ya hevkariya hilbijartina pêkanîn.

Piştî hilbijartina bi biryarek ya KCD=ê, ji bo kongreyekî tevitî komite hatin avakirin. Ev kongre bi nave“ Kongreya Tirkiye“ li Enqere hate darxistin û du rojan berdewam kir. Di bingehê xwe de hêza ku vî karî dike BDP ye. Partiyên çepên tirkan partiyên marjînalin û tu giraniyek ya wan di nav civatê de tuneye. Wek din ev partî di derbarê pirsa kurd de ne zelalin. Ji ber ku bingehê îdeolojiya wan ji Kemalîzmê tê.

Di bingehê vê yekitî û hevkariyê de îdeolojiya çep heye û ev îdeolojî li ser berjewendiyên neteweyî yên kurdan re tê girtin.
BDP jî li himber rêxistin û partiyên tirk xwe kêm dibîne. Belê kurd jî civakek piraliye, îdeolojiyên cur bi cur di nav kurdan de wê hebin û dê herkesek li gora bîr û baweriya xwe rêxistin bêxe û pêwendî û hevkariyan li gora vê pêkbîne. Lê dema kurd berjewendiyên xwe yên netewî bidin aliyekî ev nabe û hingê tevgera kurd li pêşiya xwe bi destê xwe astenga ava dike. Yanî rê li xwe digre.

Parlementerê Mêrdînê Ehmed Turk di “Kongreta Tirkiye“ de axavtinek kir. Di axavtina xwe de Turk got: Emê miletê Tirk jî azad bikin.. Niha kesayetek ne azad be û nikaribe xwe azad bike nikare kesek din jî azad bike. Berê jî ev gotarên bi vî cureyî gelek hatin gotin. Lê encam li holê ye.

Em wek kurd ji berî hertiştekî divê xwe azad bikin heta ku bikaribin behsa azadiya xelkek din bikin. Lê dema nirxên îdeolojîk bikevin pêş nêrxên netewî, hingê axavtina Turk rast e. Berê jî çêpan digotan “ em berjewendiyên xwe yên netewî dikin qurbana berjewendiyên tevahî(yanî yê sosyalizmê).

Kesek wek kurdan ne hevceyê parastina berjewendiyên xwe yên netewine..

18.10.2011
Dara Bilek

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: