Nivîsar

Ji Serokê herêma Kurdistanê gavek dîrokî

Carê hinek bûyer hene ku dibe wek miladekî ji bo pêşxistin a civakê û herweha dibe sedemê ronahiyekî çareserkirina pirsgirêkan de. Wek tê zanîn eve demek bû, parlementoya Iraqê nikariye serokkomarê Iraqê hilbijêre. Ji ber ku PDK û YNK her yek berbijêrên xwe hebûn. Yanî nelihevkirina PDKê û YNKê sedemek bingehîn bû ku, serokkomarê Iraqê nehat hilbijartin û hukumeta nû ya Iraqê jî bi vê yekêve girêdayî nehat avakirin.

Bi awayek din yekrêziya di nava mala Kurd de têkçûbû. Dema yekitiya di nava mala Kurd de aloz dibe, dezgehên hukumî jî awayê pêwist nikarin erkên xwe bi cih bînin. Li vê derê pirs ne ewe ku, sedemê aloziyan kîne û ji bo çi ev alozî derdikevin. Bê guman civaka Kurd li gora ku dibîne vê yekê dinirxîne.

Roja 22.5.2022ê  Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo beşdarî di rewrisma derçûna pileya şeşemîn a efseran û pileya 16 a Pêşmerge li 3. Koleja Serbazî ya Qelaçolan a Silêmaniyê de bike sardana Silimaniyê kir. Herweha Serokê Herêmê di bernameya xwe de cih da hevdîtin û civîn li gel aliyên siyasî jî.

Neçîrvan Barzanî di rewrismê de axavtinek kir û behsa hinek xalên gelek girîng kirin.

Xalên girîng ku serokê herêma Kurdistanê behsê kirîn:

  • Em çirûskeke nû dixin nav refên Pêşmerge, divê bilez yekkirina Hêzên Pêşmerge were kirin û “destê hizbî ji ser Pêşmerge were kişandin .
  • Ji bo parastina şanazî, rêz û hezkirina Pêşmerge divê Pêşmerge bibin yek .
  • Neşîrvan Barzanî diyar kir ku, divê YNK û PDK destê hizbî ji ser Pêşmerge bikşînin.
  • Serokê herêma Kurdistanê got: Yekkirina Hêzên Pêşmerge pêwîstî bi kar û pêngaveke bi lez û bi bawerî heye.
  • Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê, Wezîrê Berevanî û Serokerkanê Artêşa Iraqê kir ku, wek di destûra Iraqê de heye û divê wek beşeke sîstema berevaniya Iraqê, Hêza Pêşmerge bibînin û pêdiviyên Pêşmerge dabîn bikin. Divê di yekkirina her du lîwayan de lez bikin ku rê li ber bihêzbûna DAIŞê li herêmê were girtin.

Nêçîrvan Barzanî dê li Silêmaniyê bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Gorran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Civaka Dadweriya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re bicive.

Ev serdana serokê herêma Kurdistanê cardin nêzikbûnekî navbera aliyên siyasî de peyda dike û yekrêziya aliyên siyasî ava dike û herweha ev yekrêzî dihêle ku hemû dam û dezgehên hukumî karê xwe de serbikevin û cardin Kurd bikaribin li Bexdayê yek dengî tevbigerin û mafên xwe yên qanûnî destve bînin.

Her kurdek dixwaze ku, hêzeka Pêşmerge girêdayî dezgehên hukumî hebe û ne hêzin partiyên siyasî bin. Eve demeke projeya yekkirina hêzên Pêşmerge di rojevê de ye, lê mixabin gelek hêdî ev pêvajo rêve diçe. Sedemek mezin jî aloziya navbera PDKê û YNKê de ye. Ji bo vê yekê serokê herêma Kurdistanê di vê serdana xwe ya Silêmaniyê de mizginiye lezkirina prosesa yekkirina Pêşmergeyên Kurdistanê da.

Nêçîrvan barzanî wek mimarê yekrêziya di nava Kurdan de ye. Her dema ku aliyên siyasî aloziyan peyda dike, Nêçîrvan Barzanî bi zanebûn gavekî tavê je û nahêle dîwarê yekrêziyê birûxwe û ji nû ve ava dike.

22.05.2022

Nêrîn/Şirove

Back to top button