CîhanRojev

Kiliçdaroglu: Desthilat hêdî tehemûla mizûka Kurdî nake

CHPê li Stanbulê mitingek bi navê “Dengê Millet“ li darxist û zêdeyî sed hezar tevlî mitingê bûn. Miting girsehîbû. Serokê CHPê di vê mitingê de axvtinek kir û behsa siyaseta hukumetê kir û bi tundî hukumet û Erdogan rexne kir.

Kiliçdaroglu wek her carê behsa tunebûna Adalet û Demokrasiyê kir. Herweha beşek axavtina xwe de serokê CHPê behsa hûnermenda kir û got: Ew êdî tehamûla muzîka kurdî jî nakin. Hûnermendan dadgeh dikin. Ew qedexe ye, ev qedexe ye… Tişta nayê tehemûlkirin ciwan in, kêfxweşî ye, henek in, şêwazê jiyanê ye, azadî ye.”

Li Tirkiye di derbarê pirsa Kurd de tu partî heta wek vê gavê ne xwediyê projeyekî ne. Lê di dema hilbijartinan de hemû li gora xwe behsa Kuirda dikin û hewldidin dengê Kurda wergirin. Wek din nêzingbûna wan ji bo pirsa Kurd ne başe .

Back to top button