CivakRojev

PKKê xelkê kampa Mexmûrê dîl girtiye

 Berpirsekî PDKê dibêje, PKK amade ye bi hemû neyar û dijberên Herêma Kurdistanê re kar bike, tenê razî nîne hebûna Herêma Kurdistanê û statûya wê qebûl bike.

Berpirsê liqa 23 PDKl li bajarokê Mexmûrê, Kirmanc Ebdullah ji BasNewsê re got, mixabin PKK bûye darê destê neyarên Kurdistanê. Ew siyaseta ku PKK li dû ketiye, ti carî xizmeta xelkê Bakurê Kurdistanê nake.

Kirmanc Ebdullah her wiha got, PKK bi van karên xwe xizmeta Tirkiyê dike ji ber ku behaneyan dide destê Tirkiyê da ku êrişî xaka Herêma Kurdistanê bike û xelkê bordûman bike û ziyanê bigehîne xelkê.

Wî berpirsê PDKê anî ziman jî, PKK amade ye bi hemû neyar û dijberên Herêma Kurdistanê re kar bike lê razî nîne statûya Herêma Kurdistanê qebûl bike û ji sala 1992 ve li dijî wê ye.

Bi gotina Kirmanc Ebdullah, heta niha helwesteka zelal ya hikûmeta Iraqê li ser hebûna PKKê li Iraq û Herêma Kurdistanê nebûye. Yekrêznebûna partiyên Herêma Kurdistanê jî derfet daye PKKê ku bi dilê xwe hereket bike. PKK nahêle NY û saziyên sivîl û xêrxwazî alîkariya xelkê kampa Mexmûr bikin. PKK bi wan re wek dîl reftar dike.

Back to top button