CivakRojev

Çeteyên çekdarên PYDê zarokek rewandin

Ciwanên Şoreşger ev li rojavavayê Kurdistanê navê çeteyek milis û çekdrên girêdayê PYDê ye. Rêxistinek ji ciwanên ku maddeyên hişber bikartînin û hemû xirabiya dikin û girêdayî PKK/PYD di civakê de terorê dikin. Bi sedan zarokên kurda direvînin û dibin nav refên çekdarên PYDê .

Herî dawî li Efrinê zarokek Kurdê Êzidî revandin û pêserûşêûn winda kirine.  Meclisa Êzidiyên Suriye daxûyaniyek di vê derbarê de ragihan û dibêje:  Rêxistina Ciwanên Şoreşger, Sîlva Hemîd Cafer ku ji gundê Basûfanê yê Efrînê, li ser riya dibistanê li taxa Şêx Meqsûd a Helebê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Berdewamiya daxûyaniyê de dibêje ku malbata Sîlva Hemîd Cafer,  ji bo zanîna çarenivîsa keça xwe, bi berpirsên PYD, Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Encûmena Sûriya Demokratîk (MS)ê re axivî ne û xwestine pirsê dûrî ragihandinê çareser bikin û Sîlva bê vegerandin, lê derket ku ew hemû alî nikarin wê vegerînin.

Meclisa Êzidiyên Suriye di daxûyaniya xwe de dibêje: Piştî çar salan ji koçberkirina bi deh hezaran xelkê Efrînê ber bi herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser li Helebê û kampên Şehba de, eşkere bû ku jiyana wan ji metirsiyê ne dûr e. Rêxistina Ciwanên Şoreşger a Partiya PYD (PKK) bi awayekî terorîstî bi revandina zarokên temen biçûk ji destên dayikên wan û birina wan bo eniyên nediyar berdewam e.

Wek karekî terorî û binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e, ne kêmî binpêkirinên grûpên çekdare li Efrîn û Serê Kaniyê û hemû navçeyên di bin kontrola Tirkiyê de ye.

Back to top button