Polîtbûroya YNKê di derbarê êrişên Tirkiyê yên li ser nahyeye Axceler a Çemçemalê û kampa Mexmûrê, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de Polîtbûroya YNKê ji Tirkiyê xwest ku demildest êrişên xwe li nav axa Başûrê Kurdistanê rawestine û ji hikûmeta Iraqê hat xwestin bi rêyên dîplomasî dewleta Tirk ji van binpêkirinan agahdar bike û bi bankirina balyozê Tirkiye bala vî welatî bikşîne.
YNK di daxûyanioya xwe de weha dibêje:
Em bi dilgiranî li van pêşhatên ewlehî û binpêkirinên sinorî dinêrin û van bombebaranên balafirên Tirkiye yên li ser nahiya Axceler a ser bi navçeya Çemçemalê û kampa penaberan a Mexmûrê şermezar dikin. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku erka xwe ya destûrî û niştimanî ji bo parastina xaka Iraqê û qada hewayî ku Herêma Kurdistan jî di nav de ye, pêk bîne û bi rêya kanalên dîplomatîk hikûmeta Tirkiyê ji van binpêkirinan agahdar bike.
Herweha Polîtbûroya YNKê daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku konsulê Tirkiye yê li Herêma Kurdistanê bang bike û li ser êrişan nerazîbûn nîşan bide.
YNKê dibêje: “Ti hincetek ji bo van binpêkirinên sinorî ku di encamê de welatiyên sivîl dibin qurbanî û zirarê dibînin, nine. Xwîna welatiyên me pîroz e, daxwaz dikîn pîroziyên xwe bi parêzin, giftûgo û ji hevfamkirinê bikin kilîla çareseriya pirsgirêkan.”