Nivîsar

Hilbijartin, yekêtî û parlemento!

 Her ku hilbijartin nêzîk dibe di nav  kurdan de gengeşiyên li ser yekitî û helwestek millî dest pê dike. Yekitî, blokek kurd, an bi gotineka din helwestek millî  daxwaziya her welatparêzekî kurd e.

 Ez bawer im, ew ê tu siyasetmedarekî ji oldaran bigrin, heta liberalan ji çepên azadixwaz bigrin heta sosyalistên Kurdistanê kes nikare li hemberî vê daxwaziyê derkeve.

 Lewra, di dilê me hemûyan de daxwaziya yekîtiyeka millî heye… Lê belê, wexta, mirov li rewşa Kurdistanê mezê dike, vê gavê dawxazî û rastiya jiyanê desturê nade vê xwesteka me.

 Iro li Kurdistanê rewşeka li dijî dawaziyên me derdiketiye holê. Sinorên siyasetê ji alî hin destên nediyar hatiye destnişankirin. Pêwîstiya me berî hertiştî bi aramiyek heye .. Divê muxelefeta kurdan xwe nexapîne.. Sedem çi û kî dibe bira bibe di nav rexistinên kurdan de ji alî aborî, piştgirî  û çmkanên din ferqek mezin derketiye holê. Di vê rewşê û bêbalansiya di nav rêxistinên kurdan de yekitî û helwestek milli ewê çawa ava bibe..

 Siyaseta ku, çi legal çi jî îllegal di bin zexta  iradeyeka din de be, ev yekîtiya avabibe jî, ji alî xwestekên bingehîn ew ê aliyên xwe yên hevbeş çawa peyda bikin…

 Wek mînak siyaseta ku Fedrasyonenê diparêze, siyaseta ku wek hemû milletên dinyê ji bo gelên Kurdistanê daxwaziya statuyek azad dike ewê çawa  bi siyaseta ku bi sucdariya bergeha kurdan ber bi “yek al, yek netew û yek dewletê” ve dibe li hev bikin.. Bi ya min ev daxwaziya ne realist e.

 Herdu ali an hersê – herçar aliî ji xwe dixapinin..Hewcedariya kurdan bi yekitiyeka ”taktikî” tuneye.

 Pêwîstiya muxalefeta kurdan bi projên nu heye.. Di vê aloziyê de ku benê aktorên terefeka xurt di dest hinekan de bin yekîtiyeka li gor berjewendiya Kurdistanê dernakeve hole.

 Divê em jibîrnekin ji bo parlementeriyê li Kurdistanê bi xetên qalind şertên terefên siyasetê hin ne wekhev in. Rêxistinên ku ji sedemên diyar dem mem şikest xwaribin ji wexta derfeta siyaseteka azad û wek hev derkeve hole ewê bi awayekî xurt di sehneya siyasetê de cihê xwe bigrin. Ev tabiata ilma siyasetê ye.

 Na, heger tenê armanc ketina hin kesan ya parlementoya Tirkiyê be tu itiraza mirov namine. Wê demê çend pirsê min heye:

 1- Ji bo çi, dema hilbijartinên mahalî an bi gotineka din  “li ser axa xwe xweîdarekirinê de hûn vê hasasiyeta nişan nadin?

 2-Armanc ne parlemeterî be, bi vê makzagona dewleta Tirkiyê hûnê di parlementoya wan de kijan pirs û pirsgirêken Kurdistanê çareser bikin ?

 3- Ev çi “hikmeta Xwedêye” heger armanca we ne parlementerî be  we ji dîtinên xwe gav şunde avêt an terefê ku bi sucdariya “yek al, yek dewlet, yek netew” dev ji ditinên xwe berdan.

 4 -Ma gelo parlementeriya we ya Şirnax e, Diyarbekirê û Rihayê ji bernama partiya we û prensibên we yên siyasi û hejayên Kurdistanê hin gringtir e?

 5-Ji bo her parti û tevgerek parlementeriyek bi dest xin hewceye kurdên ji Kurdistanê re statuyek dixwazin bi terefên ku dixwazin kurda entegreyi projên dewletê bikin yekitiyeka “taktiki “ were avakirin?

 Mirov kare pirsan hin zêde bike.. lê ne hewce ye. Ez hêvî dikim di deqîqeya  taliyê de ev hevalan golek di qela xwe de nebînin.

Divê hedefa me li diji rizandina nirxên neteweyî parastina wan be. Ji bo ketina  parlementoyê em dev ji hêjayên xwe bernedin.

 Bi  xwe qeweta min hebe ez vê hilbijartinê ji bo propagandê û nasandina projên xwe yên siyasî bi kar binim.

 Mirov kare sed an hezar dengî bigre. Lê, wexta  mirov jîr be, kare ji  imkanên TV û capemeniyê feydeyên mezin bibîne.

 Ji kijan dorali dibe bira bibe ji nav Demokratên Şoreşger, ji nav Tev-Kurd, (Hak-Par, mafê ketina hilbijartinê bi dest xistiye) KADEP, ÖSP  divê namzediya xwe ya serbixwe diyar bikim. Li ser parastina hejayên neteweyî rêxistin û partiyên nêzi hev karin hevkariya hev bikin..

 Demokratên Şoreşger karibin li Diyarbekir, Riha û Merdinê namzedên serbixwe nişan bidin. Cara yekem dengekî pir hindik ji bigrin ew zede ne girîng e. Ya girîng parastina hejayên neteweyi  nasandina programa  û ferqiya wan ya bi terefên din re ye. Li bajarên Kurdistanê yên din piştgiriya namzed û partiyên ji kurdan re statuyek dixwazin bikin..

 Ez bawer im, di vê pevajoya siyaseta di bin zextê de ye, helwesteka bi vî rengî ewê ji muxeleyeta kurdan re riya pir dengi û pir rengî veke..

 Peşniyareka min ji muxalefeta ku dixwazi biçin parlementoyê heye: Siyaset wek revêka maratonêye, yên dixwazin di vê maratonê de cih bigrin divê di reva xwe de hinek bi sebir bin.

Sîrac Kiricî

[email protected] 

 

kurdinfo.com

 

 

 

 

 

 

 

Back to top button