Polîtîk

Talebanî peyameke pîrozbahiyê ji Beşar Esed re şand

Bi minasebeta cejna neteweyî ya Suryeyê,  Celal Telebanî sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê û serokomarê Îraqê, peyameke pîrozbahiyê  ji Beşar Esed re şand.

Li gor malpera fermî ya serokatiya komara Îraqê, Talebanî di nameya xwe de dibêje:

– Bi minasebeta cejna netewî ya welatê we yê bira-Îd Celai- ez gelek kêxweş im ku bi navê xwe û bi navê gelê Îraqê ji dil pîrozbahiyên xwe pêşkeşî we bikim û hêvîiya xêr û pêşkeftinê bo gelê Suryeyê tê bira bikim. Ez bi taybetî daxaza siheteke baş û sekeftina berdewam ji bo serokê mezin dixazim.

Talebanî di nameya xwe de bal kişande ser biratiya di navbera her du gelên Suriyê û Îraqê de û da zanîn ku ew dixwaze peywendiyên  her du dewletan berve başiyê ve biçin , bi awayekî ku, xizmeta her du gelan bikin.

Weke tê zanîn îro cejna netewî ya Suriyê ye ku beriya 65 salan, di 17 nîsana 1946 de Suriya ji bin destê Fransayê rizgar bû, surî ji vê cejnê re dibêjin (Îd Celai). Her bi vê minasebtê îro li piraniya bajarên Suryyeê zwepîûandanin û gelê Suryeyê ka çawa beriya 65 salan ji fransiyan rizgar bû, îro ew dixazin ji diktatoriyên rizgar bin.

 

Back to top button