Polîtîk

Li Nisêbînê şahiya nîsanê

Şaredariya Nisêbînê ku meha nîsanê wek meha çandê îlan kiriye, bi slogana “Rengên Nisêbînê diherikin Nîsanê” starta 2 rojan a şahiyên nîsanê da. Şaredariya Nisêbînê bi meşa heta Navenda Çandê ya Mîtannî starta şahiya çalakiyên nîsanê da. Di startê de pankartên bi zimanê kurdî, erebî, tirkî û suryanî hatin vekirin.

Şaredariya Nisêbînê ya BDPê bi slogana “Rengên Nisêbînê diherikin Nîsanê” ku dê 2 rojan şahiyên nîsanê lidar bixe, bi meşekê start da. Meşê ji ber şaredariya Nisêbînê dest pê kir û heta Navenda Çandê ya Mitannî berdewam kir. Beriya meşê şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan diyar kir ku ew bi vê şahiyê dixwazin rengê gelê Nisêbînê pêşkêş bikin.

Piştî axaftinê komên zarokan a Navenda Çandê ya Mîtannî ku ji zarokên taxên Kişla, Turan, Firat, Bariş û Yeşîlkentê pêk dihatin, bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî meşê bûn û reng dan meşê. Herwiha xebatkarên Navenda Çandê ya Dîcle Firatê û endamên meclîsa şaredariyê jî amade bûn. Di meşê de koma folklorê ya Mêrdînê pankartên erebî, kurdî, trkî û suryanî ku li ser “Rengê Nisêbînê diherikin Nîsanê” nivîsandibûn vekirin.

Kom piştî heta Navenda Çandê ya Mîtannî meşiya, serdana “Konê Çareseriya Demokratîk” a li Parka Yuzuncu Yilê kir. Di konê de koma folklorê ya Navenda Çandê ya Mîtannî lîstika herêma Mêrdînê pêşkêş kirin. Piştre koma şano ya Navenda Çandê ya Dîcleyê jî lîsteka “Evîna Gul û Masî” pêşan dan. Şahî bi guhdariya muzîkê bi dawî bû. (Rudaw)

Back to top button