Polîtîk

Amerîkiyan neft li Etrûşê dît

Şîrketa Marason ya Amerîkayê ragihand ku wan di bîreke navçeya Etrûşê ya ser bi parêzgeha Dihokê, petrol dîtiye.

Şîrketa Marason ku yekem şîrketa Amerîkayê ye di warê petrolê de hatiya Iraqê û bi rêjeya ji %20ê beşdar e di qazanca bîra Etrûşê de û pişka wê di 4 bîrên din yên li Kurdistanê ku niha tê de ji bo dîtina petrolê kar tê kirin, heye.

Ji aliyekî din ve şîrketa Gelf Kîston ragihand ku dibe ku bîra Şêxan-2ê  birê 4.9 mîlyon bermîl petrol tê de be. Şîrketa Gelf Kîston xwedî pişka ji %75ê pişka bîra Şêxanê ye.

Hêjayê gotinê ye meha adara borî,  Şîrketa Gelf Kîston di bîra petrolê ya Şêxan-2ê bîreke tije petrol dît û vê jî di navçeyê de şansê dîtina petrolê zêdetir kiriye.

Back to top button