Îroj

17'ê Avrêl

17’ê Avrêl

Di sala 1993’an û di rojekî wekê îroyê de Serok Komarê Tirkiyeyê Turgut Özal hatiye kuştin.

Turgut Özal

Turgut Özal (* 13’ê kewçêrê 1927 li Meletî; † 17’ê avrêlê 1993 li Enqereyê) yek ji serokkomar û serokwezîrên navdar ên Tirkiyeyê ye.

Bavê wî kurdekî ji Çêrmûkê (Çirmik) a Meletiyê, diya wî jî ji Dêrsîmê bû.

Di sala 1950’î de xwendina xwe ya endazyariya elektronîkê li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê bi dawî dike. Du sal şûnde bo xwendina bilind ji aliyê fîrmaya ku lê dixebitî tê şandin û vegerê dîsa li heman fîrmayê kar dike. Sala 1958’an de Turgut Özal dibe serokê sekretarya komîsyona pêşvebirinê ya dewletê. Di sala 1960’î de li ODTÜ (Ortadoğu Teknik Üniversitesi – Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn) dest bi mamostetiyê dike.

Di sala 1966’an de dibe di hikûmeta hemandemî de wekî teknîker cih digire. 1971’ê de li IMFê dest bi xebatê dike. Herwekî di gelek fîrmayan de wekî plansaz cih digire.

Piştî destdayîna leşkeran a li ser dezgehên dûgelê, di hikûmeta Bülent Ulusu de wekî cîgirê wezîrê karê aboriyê berpirsiyar dibe. Di 20’ê gulanê 1983’yan de partiyeke bi navê Anavatan Partisi (Partiya Welatê Dayikê) dadimezirîne û serokatiya wê dike. Di hilbijartinên fermî yên 6’ê sermawezê 1983’yan biserdikeve û heya 1989’an serokwezîrtiyê.

Cihê Özal di dîroka Tirkiyeyê de

Hin ronakbîr Özal wekî duyemîn girîngtir kesê di dîroka Komara Tirkiyeyê de dinirxînin. Di dema wî de polîtîkayên lîberal bo cara pêşîn dikeve Tirkiyeyê. Dixwaze bandora bûrokrasiya dûgelê û ya leşkeran li ser xebatên hikûmetê û jiyana rojane kêm bike. Ji bo pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê, pirsgîrêka kurd çareser bike hin gavên wêrek davêje. Artêşa tirk naxwaze Özal biserbikeve û çi ji destê wê tê dike. Li dijî Özal çalakiyên kuştinê tên organîzekirin. Özal carekê ji destê xwe birîndar dibe.

Özal hin caran mecbûr dimîne ku di riya artêşê de bimeşe û biryarên ku artêşê bo Kurdistanê digirtin mor bike. Avakirina OHAL (Olağanüstü Hal – Desthilatiya herêmê (Kurdistanê) ya awarte), damezrandina hêzên cerdewanan (bi tirkî: Koruculuk sistemi), valakirina gundên kurdan û koçberkirina wan ji Kurdistanê hwd di dema Özal de hatin pejirandin û ketin rojevê.

Mirina Özal û şikên mezin

Turgut Özal roja 17’ê avrêlê 1993’yan ji vegera xwe ya ji Azerbeycanê bi mirina masûlkeyên dil jiyana xwe ji dest dide. Lê di heman demê de malbata wî û bijîşkê wî yê taybet didin xûyakirin ku “di mirina wî de şik heye, Özal bi rêkûpêk di kontrola rewşa demarên koronar de bûye û ew hatiye jehrkirin”. [çavkanî pêwîst e] Hin rêxistinên rastgîr ên dewletê jî piştî mirina Özal daxûyakirin ku Özal “xaînê welêt bû û hate cezakirin”. [çavkanî pêwîst e] Mirina Özal hêj jî tê guftûgokirin. Özal zewicî bû û xwedî 3 zarokan bû.

“Dapîra min kurd e, ez jî bingeh kurd im”

Özal di polîtîkayê de herdem bingeh kurdbûna xwe dianî zimên. Wî dixwast pirsgirêka Bakurê Kurdistanê di nava sazûmaniya Komara Tirkiyeyê de were çareserkirin û Tirkiyeyê bi cîhana lîberal a rojava re bibe hevalbend. Ji bo tevlîbûna YE’yê gelek xebat dikir. Özal dema desthilatdariya xwe de dostanî bi DYA’yê re dimeşand. Di seremoniya binerdkirina wî de bi sed hezaran mirov kom dibin

Back to top button