Dosya

Dokumenterek û hovitiya dewleta tirk

Dewleta Tirk li Kurdistanê gelek qirkirin kirine, hovîtiyên mezin dijê gelên Kurdistanê pêkanîne. Lê piranî kurd behsa van qetlîama dikin û li ser zilm û zordariya dewletê disekinin. Qirkirinek jî ya kurda li herêma Dersimê çêbûye .

Li Dersimê jî wek deverên din bi dehên hezaran kurd hatine kuştin. Ji beri ku referandum di derbarê guhertina beşek di destura Trikiye de çêbibe, pirsa Dersimê hat rojevê. Cara yekem hinek berpirsên dewletê behsa qetlîama Dersimê dikiran.

Filmek dokumenter li ser Dersimê hatiye çêkirin. Ev film ji aliya Zaningeha Bilgi ve hatiye çêkirin û derhinerê vê dokumenterê Ozgur Findik e. Ev film bi minasebeta bîranina 74 salvegera qetlîama Dersimê tê nîşankirin. Navê dokumenterê “ Kara Vagon“(Vagon a reş) e. Di vê filma dokumenter de eskerek yê Tirk  behsa qetlîama Dersimê dike.

Leşkerê tirk yê bi navê Eskeri Akyol di derbarê Dersimê de bîranîna xwe bi vî awayî dibêje: “ Em ji Diyarbekirê 7 roj û 7 şêvan bi rêve çûn û gihan Dersimê. Dema em gihan Dersimê, ez rêkirim devera“ Alî Bogaz“ dema em çûn min dît ku xanî têne şewitandin. Leşker dema rasta xaniyekî dihatin gaz lê dikirin û tevlî kesên di nava xanî de dişewitandin. Navê fermendarê me Ethem Atalay bû, li gora wî digot ji Elezîzê bû.“

Akyol di axavtina xwe berdewam dike û dibêje: “ … Yên revîn beşik xwe di şkeftan de veşartibûn. Yên biçek genc ji çemê munzur derbasî aliyê din bibûn. Dema leşkera şkeftek didîtan di cih de dişewitandin û yên têde jî dimirîn.Piştre me hemûderdixistin û termên wan davêtin ser hev. Leşkeran komek ji insana tavetin ser hevûdin û agir berdidan wan bi saxê jin û zarok dihatin şewitandin.“

Back to top button