Cîhan
Serokwezîr doza lêborînê kir
11-ê Adarê 2011-ê erhêjek bi hêz li japonya çêbû û behra vî welatî rabû û ziyanek mezin da Japonya. Bi hezaran insane jiyana xwe ji dest da û ya ji hemiyê girîngtir jî nawendên atomî zerer dîtin û bû tehdîtek mezin li ser jiyana xelkê.
Serokwezîrê Japonya da xuyakirin ku, karê pêwist nehatiye kirin û tedbîrên lazim bû ku bêne standin nehatine standin. Ji bo vê jî serokwezîr da xuyakirin ku, ewê di derbarê berpirsiyaran de lêpirsînê destpêbikin. Kan soz da ku her tişta pêwist ji bo tenduristî û jiyana xelkê were kirin û ji bo kêmasiyan jî doza lêbûrînê ji hevwelatiyên Japonya kir.