Hilbijartin û rewşa kurda
Li Tirkiye 12-ê Hezîranê hilbijartinên parlementoyê pêktên. Di van hilbijartinan de kurd cardin yekalî tevlî hilbijartina nabin. BDP platformek li gel 17 partiyên çep yên Tirkiye çêkir û li gel vê platformê bi berendamên serbixwe tevlî hilbijartina dibe. Ji aliyê kurdan ve ew paltforma kurdî ya berfireh mixabin li gora ku pêwist bû pêknahat.
Wek tê zanîn BDP-ê li gel KADEP û HAKPAR civînên hevbeş dikiran ku bi hevre tevlî hilbijartinan bibin. Lê mixabin di encam de wan û HAKPAR-ê li hevnekir . Sedemên li hevnekirina HAKPAR û BDP-ê, ji aliyê serokê HAKPAR-ê ve hate ragihandin. Lê tu daxuyaniyek hevbeş ya BDP-ê û KADEP-ê ji raya giştî re nehat ragihandin. Zanebûna naveroka li hevhatina PDP-ê û KADEPê ji bilî dayina du cihan ji bo berendaman nayê zanîn.
Her demî nêzikbûna rêxistinên kurd tiştek erêniye û ji bo tevgera kurd destkeftiyek e. Dema hevkariya partiyên siyasî li ser bingehek saxlem pêkwerê û berjewendiyên netewî wek esas binê qebûl kirin û yekitî yan jî hevkarî pêkwerin wê di nav gel de pişgiriya van hevkariyan gelektir be.
Platforma herî baş ew bû ku, di mercên îro de, BDP,HAKPAR, KADEP û tevgerên din yên ku îro li bakurê Kurdistanê bi awayek eşkere xebata xwe dikin bihatan ba hev û biciviyan. Herweha ji derê van rêxistina hinek kesayetên kurd yên di cihê xwe de berçavin , tên naskirin û bandorek ya wan li herêma wan heye û herweha kesayetên kurd û welatparêzin jî tevlî van civînan bibûna. Di encam de ev civîn bibûna platforma hevbeş ya kurd û ev wek blok a kurda di hilbijartinan de bihata naskirin.
Di vê platformê de ji bo çareseriya pirsa kurd daxwaziyên hevbeş bihatan ragihandin û ev daxwazî bibûna projeya çareseriya pirsa kurd. Lê mixabin ev yek pêknehat û tenê di navbera BDP-ê û KADEPÊ-ê de hevkariyek çêbû. Ev yek jî başe û ji tunebûnê çêtire. Veca ev hevkariya van herdu partiyen tenê ji bo hilbijartinaye yan jî ji bo demek dirêjtire û hevkariyek stratejike yan demiye naye zanîn. Bê goman gelek tişt hene ku mirov li ser vê hevkariya herdu partiyan bêje, lê di qonexek zîz re derbas dibin û bila dem naveroka vê hevkariyê nîşan bide.
Ji aliyê din HAKPAR-ê biryar da ku, bi navê partiya xwe bikeve hilbijartina. Bê goman dema HAKPAR propaganda xwe bike û denga ji xelkê bixwaze bivê nevê wê behsa xwe bike û sedemên ku hevkariyê de cih nestandî, wê ji xelkêre îzah bike. Wek din BDP jî dê sedemê ku HAKPAR ne li gel wane ji xelkê re îzah bike. Hêvî ewe ku dema behsa hev bikin bê ku astengan ji hevre peyda bikin bi zimanek nerm û siyasî rexna li hev bikin û herkesek li gora bernama xwe xebata xwe bike.
Li gora ku dixweyê dê beşek li herêma Kurdistanê hilbijartin di navbera berendamên serbixwe û AK Partiyê de derbas bibin. Wek tê zanîn li herêmê berendamên Ak Partiyê jî piraniya wan kurdin. Gelek ji wan xwe kurd qebûl dikin û nasnama xwe xwedî derdikevin. Lê li gora xwe rêya çûyina parlementoyê û xebata siyasî di nav Ak Partiyê de dibînin. Heta di nav CHP-ê de jî hinek berendamên bi vî awayî hene.
Bivê nevê di axavtinên hilbijartinan de dijê hevû din gelek bi tundî gotin bêne kirin. Partî hevûdin bi tiştên xirab îtham dikin. Lê rewş çibe bila be, gerek berendamên kurd hay ji kesayeta hev hebin û êrîşên dijwar nebin li ser kesayeta hev. Ji ber ku her demî ihtimala ku rojek ji roja cardin li gel hev hinek tiştan di siyasetê de bikin heye.
Lê pêkneanîna platformek hevbeş ya kurda di vê hilbijartinê de jî wek kemasiyekî , wê li himber tevgera kurd bisekine. Di rojên li pêşîya me de, emê tev vê kêmasiyên bihesin û ev jî ji bo tevgera kurd xusarek e.
Hêvî ewe ku ev hilbijartin taybetî li Kurdistanê di warek aram de bêne encamdan û bi tu awayî tundî û tujî neyê karanîn …
17.Nîsan.2011
Dara Bilek