Polîtîk

Erdogan behsa çareseriya pirsa kurd kir

Serokwezîrê Tirkiyeyê di dema îlankirina pirogramê partiya xwe bo hilbijartinan, li Stenbulê got ku ew dê bi rêya pêşxistina demokrasî û azadiyan  pirsgirêka kurd çareser bikin û diyar kir ku di di vê mijarê de tu tirsek wan tune.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, duhî  li Stenbolê, di preskonferensekê de, bernameya hilbijartina 12ê hezîrana 2011ê ya partiya xwe, AK Partiyê,  aşkere kir.

Serokwezîrê Tirkiyeyê di preskonferensê de ku, bi zindî li kanal 24ê hat weşandin, got ku,  AK Partiyê  ev pirograme bi 12 salan amadekiriye û dê heta sala 2023ê li ser biçe û ji van xalên serke pêk tê:

1-  Demokrasiya pêşvero
2-  Aboriya mezin
3-  Civaka xurt
4- Jîngehek xweş û bajarên ku tê de jiyan bêkirin
5- Welatek pêşeng.

Erdogan diyar kir ku, di pêşxistina demokrasiyê de, gavên girîng avêtine û li dijî nelirêtiyê, feqîrtiyê û tiştên qedexe, têkoşînek serkeftî meşandine û wih domand:

– Projeya herî girîng û yekemîn a hilbijartina 2011ê, projeya ‘Destûra Bingehîn a Nû’ ye. Me, destûrek ku ji hemû wesayet û zextan dûr be û demokrasî û azadiyan nav xwe de bigire, xist rojeva xwe. Destûra nû, dê kurt, cewherî, mirovger û azadixwaz be.
– 
Erdogan got ku ew dê bi rêya pêşxistina demokrasî û azadiyan  pirsgirêka kurd çareser bikin û diyar kir ku di mijara çareserkirina pirsa kurd de tu tirsek wan tune û wiha axivî:

– Êdî  ev pirsgirêk jî ku, li lingê me aliyaye, dê bikeve binê dîrokê. Temînata azadiyê, ewlehî ye. Bêyî ku ji azadiyan bê kêmkirin û bêyî ku demokrasî bê binpêkirin, dê têkoşîna li dijî terorê bidome.

(AKnews)

Back to top button