Kongreya Kurdî ya Cihanî tê avakirin
Kongreya Kurdî ya Cihanê (World Kurdish Congress, WKC), di 7-9ê cotmehê de li Amsterdama Holandayê, yekemîn kongreya xwe lidar dixe.
Derbarî mijarê de Komîteya Damezrandina WKCê, bo raya giştî û çapemenî daxuyaniyek weşand, armanca damezrandina kongreyê û şertên beşdarbûna kongreyê ragihandin. Daxuyanî di malpera kongreyê de ya bi navnîşana http://www.kurdishcongress.org hate weşandin. Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku, bi beşdarbûna profesor û akademîsyenên kurd û yên nekurd ku baş tên naskirin, li ser jinûve avakirin û geşepêdana gelê kurd, dê yekemîn Kongreya Kurdî ya Cihanê bête lidarxistin. Daxuyanî wiha didome:
– Bo pêşxistina rewşa jiyanî ya civaka kurd, pêdiviya sazkirina tora zanistî ya kurdan a cihanî, di nava kesayetên kurd û yên nekurd de her diçe zêde dibe.WKC, wek forumeke nava lêkolîner û profesyonelên kurda a asta cihanê de ye û derî ji akademîsyenên kurd û yên nekurd re vekirî ye.”
Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku, bi milyonan kurd li derveyî welêt dijîn û piraniya wan jî li Ewropa û Amerîkaya Bakûr de ne û ji 1emîn şerê Cihanê ve kurd ji maf û azadiyên xwe hatine dûrxistin, neçarî koçberî hatine kirin, welatê wan hatiye dagirkirin û didome:
– Bi dehan salan, gelê kurd bo nasandina mafên xwe yên bingehîn têkoşiya û yekem car hikumeta Herêma Kurdistanê hate damezrandin û li Kurdistana Bakur jî lêgerîn zêde bûye. Ruhê serhildana Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka jî wek pêleke mezin xebatên avakirina pêşeroja Kurdistanê dilezîne.
– Di nava van şertên navneteweyî yên polîtîk, aborî û civakî de geşepêdana civaka kurdan jiyanî tê dîtin û tê xwestin ku navendek wek Enstîtuya Vekolîna Neteweyî kar bike û stratejiya kurdan, plansaziya pêşxistina Kurdistanê, tranferkirina pisporî û teknolojiyê û avakirina kaniyên mirov û kapasiteya wan pêş bixe. Her wiha erkeke mezin jî pêşxistina tenduristî, perwerdehî, yasayî, wekhevî û demokrasî jî bo vê tê destnîşankirin û tê xwestin ku tîmên yasayî ser Enfl, Helebce, Mayinên Bejahî, Tayînkirina qedera xwe û parastina girtiyên siyasî û aktîvîstên ku li herêmên xwe di bin zextan de ne.
– Tê destnîşankirin ku, di asta profesortî û dereceya PhD (doktora) de bi hezaran kurd hene û ser Kurdistanê vekolînan dikin û bo vê jî banga damezrandina tora zanistên kurd ku nepartîzan û nesiyasî ne jiyanî tê dîtin.
Ji karên ku tê xwestin bêne kirin, bi kurtî ev in:
• Di navbera zanistên kurd û nekurd û koma kulturî de sazkirina tora zanistî û karsazî.
• Bo ku di asta cihanê de derbarî pirsa kurdî de zanebûna civakî pêş bikeve, divê di medyayên cihanî û herêmî de, ser mijar û rewşa gelê kurd nivîs bên weşandin.
• Di navbera vekolînerên kurd û civaka kar de pêwendî danîn û avantajan pêşxistin.
• Di asta cihanê de bi armanca têgihandina pirsên kurdên nava Kurdistanê û derve, sazkirina kongre, semîner û sempozyûman.
• Bi damezrandina komîteyeke serbixwe û akademîk, bo pêkanîna rêbertiya kurdan û tesbîtkirina stratejiyên demdirêj saziyeke wek Think Tank sazkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de, şertên nivîs û projeyên pisporî ku di kongreyê de bên xwendin tên danîn. (AKnews)