Kultur

Romanek li ser Feqiyê Teyran

Romanek li ser Feqiyê Teyran ji hêla nivîskarê me Ronî WAR hate nivîsandin.

Celadet Alî Bedirxan dibêje ku: “Memê Alan malê miletekî din bûya Xwedê zane ew ê di derheqê wî de hîna çend cild kitêb hatibana nivîsandin. Me Kurdan ewçend guh nedaye van nirxên xwe…”

Ev gotina Celadet Alî Bedirxan ji bo Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelek nirxên Kurdan yê wekî din jî dikare bê gotin.
 
Di nav gel de gelek meselok û serpêhatiyên Feqiyê Teyran yên ku bi wendabûnê re rû bi rû ne hene.

Ronî War, hinek ji van serpêhatiyan bi zimanekî wejeyî hûnaye û bi romaneke ku ji 160 rûpelan pêk tê pêşkêşî wêjehezan kiriye. War dibêje: “Feqiyê Teyran bahrek e û ji vê bahrê hew dilopek ji pênûsa min niqutiye ser kaxezê.”

Pirtûk ji hêla weşanên AVA ve hatiye çap kirin. 

Back to top button