Polîtîk

Di navbera Duhok û Sûrê de peymana hevbajêriyê

Li ser daxwaznameya şaredariya Sûrê ya Amedê, serokê şaredariya Duhokê û şanda ligel serdana şaredariya Sûrê kirin û di êvara heman rojê de bi merasîmek  di navbera şaredariya bajarê Duhokê û şaredariya Sûrê ya Amedê de peymana “hevbajariyê” hat morkirin. Merasîma li Parka Sumerê birê ve çû, bi serketî derbas bû.

Di merasîmê de ligel parlementer û namzedên bloka Demokrasî, Aştî û Kedê Ehmet Turk, Gultan Kışanak, Şerafettin Elçi, Altan Tan, Ferhat Tunç, Hasîp Kaplan û şaredarê Duhokê Şêrwan Abdulwahid Melo, şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş û hêjmareke mezin mêvan beşdar bûn.

Di merasimê de ji bo şaredariya Duhokê û parêzgarê (walî) Duhokê xelata hembajariyê û nîşana hembajariyê hatin dayîn. Herweha xelata aştî, demokrasî û biratiyê ji bo parêzgarê Duhokê Temel Ramezan hat pêşkêşkirin. Ji ber ku parêzgarê Duhokê ne amade bû, hemû xelat ji aliyê  şaredar Abdulwahid Melo ve hatin wergirtin.

Di merasîmê de seroka şaredariya Sûrê Abdullah Demirbaş axaftina vekirinê kir û di axavtina xwe de bal kişand ku sînorên axa kurdan ji aliyê dewletên din ve hatine perçekirin û diyar kir ku dil û mêjiyê wan ev sînor nas nekirine.

Seroka şaredariya Duhokê Şêrwan Abdulwahid Melo, xelata xwe ji destê Ehmed Tirk wergirt û axaftinek kir, Şêrwan di axaftina xwe de da zanîn ku ew pêwendi û hevkariyên di nav şaredariyan de gelek girîngin dibînin û ji bo avakirin û pêşdebirina Kurdistanê jî şaredarî ciyek girîn digrin.

Namzedê Mêrdînê Ehmet Türk jî, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekîtiya di navbera sazî, dezgeh û siyasetên kurdan û diyar kir ku divê beriya her tişti yekîtiya gelê kurd ava bibe û got: “Piştre jî em ê bi gelên tirk, ereb û fars re biratiyê pêk bînin. Gelê ermen, sûryanî gelên pir qedîm in. Ev ax ya wan e jî. Em li ser vê axê azadî dixwazin.”

Yek ji namzedên Amedê serokê KADEP’ê Şerafettin Elçi jî xelatek pêşkêşî şaredarê Duhokê kir û da zanîn ku tu kes dê nikaribe dil û mêjiyên kurdan perçe bike û kurd dê her rojekê bigihijin armanca xwe.

Di şeva xelatê de, Hozan Cafer kilameke dengbêjiyê û seydayekî kurd jî helbestek ku li ser vê şevê amade kiribû, xwendin.

Mihemed Eren/Amed

Back to top button