Polîtîk

Daxuyaniya patiyên kurdî yên rojavayê Kurdistanê

Duh di daxuyaniyekê de patiyên kurdî yên rojavayê Kurdistanê ku ji;  partiyên encûmena siyasî, partiyê encûmena hevpeymaniyê û PYD yê pêktên, rewşa Sûriyê û rojavayê Kurdistanê di civîneke berfireh de gotûbêj kirin.

Li gor Pukrmediyayê, Civînê ji Sûriyê xwest ku zû reforman bike û dest bi guhertineke demokrat û aştiyane bike. di dawiya civînê de jî daxuyaniyek dan û nêrînên xwe ji bo çareseriya rewşa niha aşkire kirin:

1- Serbestberdana hemû girtiyên siyasî û yên ku ji ber derbirîna ramanên xwe hatine girtin. Her weha derfetdana vegerîna kesên li derveyî welêt.

2- Rakirina rewşa awarte û hilweşandina siyaseta girtina siyasetmedaran.

3- Lêpirsîneke aşkire derbarê bûyerên vê dawiyê de û qerebûkirina /tazmînat/ kesên ku ziyan tê de dîtine, di nav wan de qerebûkirina kurdan jî.

4- Hilweşandina benda 8ê û yên girêdayî wê ji destûra Sûriyê û cudakirina her sê deslatên qanûnî, dadgehî û cîbicîkariyê.

5- Îtîraf kirin bi hebûna Kurdan di destûra Sûriyê de wek duyemîn netweya Sûriyê.

Back to top button